28 parlamenterên CHP’ê ji PM’ê îstîfa kirin
- Polîtîka
- |
- 11 Hezîran 2026 11:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku bi biyara dadgehê Kemal Kiliçdaroglu wek Serokê Giştî yê CHP’ê hate tayînkirin, 28 parlamenterên ku di Meclisa Partiyê de cih digirtin ji bo komcivîn çêbe îstîfa kirin.
Piştî ku Kemal Kiliçdaroglu bi biryara “Betalkirina Teqez” wek Serokê Giştî yê CHP’ê hat tayînkirin, 9 parlamenter îxrac kiribû û 28 parlamenterên alîgirên Serokê CHP’ê Ozgur Ozel ê hatî hilbijartin, ji bo komcivîna partiyê di nava 45 rojan de bê lidarxistin ji Meclisa Partiyê (PM) îstîfa kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê koma alîgirên Ozgur Ozel ve hate dayîn de wiha hat gotin:
“57 endamên Melisa Partiya CHP’ê yên ku bi biryara “Betalkirina Teqez” vegeriyan, jê 28’an îstîfa kirin. Li gorî xala 24/3 ya Rêziknameya Partiyê hem Meclisa Partiyê û hem jî Lijneya Rêveberiya Navendî tê betalkirin. Li gorî Rêziknameya Partiyê hejmara endamên Meclisa Partiyê ger ji 3’yan jê 2 kêm be (bikeve binê 40’î) divê komcivînê pêk bîne û divê Serokê Giştî ji bo hilbijartina Meclisa Partiyê, di nava 45 rojan de divê komcivînê pêk bîne.”
Bi vê biryarê hate daxuyandin ku li gorî Rêziknameya Partiyê PM û MYK bi fermî hatiye betalkirin.