DÊRSIM - Jinan hêviyên xwe yên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anîn ziman û daxwaza avakirina komîsyonên heqîqetê kirin ku komkujî û mirinên gumanbar ên jinan lêkolîn bikin.
Piştî serdana endamên Şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 24'ê Gulanê de û hevdîtinên piştre bi rêveberiya AKP'ê re, hat ragihandin ku amadekariyên "Qanûna Çarçove" didomin û qanûneke wisa ku ji 7-8 madeyan pêk tê, dê were derxistin. Şandeyê diyar kir ku der barê pêşnûmeyê de raya Abdullah Ocalan jî hatiye xwestin. Li gel van pêşketinan, xuya ye ku desthilat-dewlet der barê aliyên qanûnî yên pêvajoyê de tu gav neavêtine. Bangên ji bo rêziknameyên qanûnî ji gelek beşên raya giştî berdewam dikin. Rêxistinên jinan der barê hêviyên xwe ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hewcedariya rêziknameyên qanûnî de nirxandin kirin.
‘DIVÊ KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN'
Ji Înîsiyatîfa Jinan a "Pêdiviya Min bi Aştiyê heye" Kadriye Tûranê diyar kir ku jin aştiyê wekî pêdiviyeke girîng dibînin li hember serdestiya mêr, mîlîtarîzm û tundiya dewleta mêr. Kadriye Tûranê bal kişand ser girîngiya derbasbûna ji pêvajoyeke aştiyê ya neyînî bo pêvajoyeke aştiyê ya erênî û got: "Berpirsiyariya her kesî ye ku ber bi pêvajoyeke aştiyê ya erênî ve biçe. Niha pêşnûmeyeke qanûnê tê payin. Ev ji bo me pir girîng e. Ew ê bingehek ji bo derbasbûna ji pêvajoyek aştiyê ya erênî jî peyda bike. Em dikarin bi rêya rêxistina xwe ya civakî hemû şert û mercên avanîsaziyê yên ku li vî welatî tundiyç û şer çêdikin biguherînin. Em jin rûyê herî kirêt ê şer ji sûcên ku ji hêla dewlet û hêzên ewlehiyê ve li dijî jinan tên kirin dizanin. Û em ê têkoşîna xwe di her warî de bidomînin da ku ev aştî bi rûmet û mayînde be."
Kadriye Tûranê diyar kir ku ew ê ji bo avakirina komîsyonên heqîqetê ji bo lêkolîna sûcên li dijî jinan hatine kirin û ji bo darizandina berpirsiyaran têkoşîna xwe bidomînin û got: "Hin biryarên ku ji hêla komîsyonê ve hatine girtin hene, tenê der barê bêçekkirinê de. Dema ku pêşnûme were ber destê me, em ê vê yekê bibînin. Lê wekî jin, em dixwazin qanûna ku tê derxistin ji bo xwe wekî bingeh bi kar bînin û rêxistina xwe ya civakî ava bikin."
Kadriye Tûranê destnîşan kir ku rêziknameyên qanûnî dê bandorê li ser têkoşîna parastina mafên jinan bike û got: "Me mînaka herî berbiçav a vê yekê di Peymana Stenbolê de dît. Piştî ku Peymana Stenbolê hat betalkirin, me dît ku kuştin û mirinên gumanbar zêde bûn. Ev rêziknameyên qanûnî ji bo me wekî garantor dimînin û em ê têkoşîna xwe li ser bingeha wan bidomînin. Ji bo ku em bi hemû sûcên ku li herêmê bi rêbazên şer ên li dijî jinên Kurd tên kirin re rû bi rû bimînin, divê ev komîsyon, bi kêmanî bi qanûnê, werin garantîkirin. Ger ev bibe, ê garantiyek hebe. Bê guman, hêviyên me ji siyasetmedaran hene, lê divê em xwe bi civaka xwe ku em jê re dibêjin civaka demokratîk, rêxistin bikin û zextê li dewletê bikin. Tenê bi vî rengî em dikarin wan bigihînin xalekê. Dewlet dê bi hêsanî vê yekê pêşkêşî me neke."
Ji Tora Parastina Jinan Zeynep Çelîkê destnîşan kir ku çareseriyek demokratîk û aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd pêdivîyek e. Zeynep Çelîkê diyar kir ku pêşketinên di tevahiya pêvajoya dîrokî ya pirsgirêka Kurd de encamên hîn wêrankertir ji bo jinan çêkirine û got: "Ji ber ku derxistina ji mal û axên me, wekî qada şer veguherandinaa laşê me û di vê pêvajoyê de ratshatina li tacîz, tecawiz û encamên trawmatîk ên pir giran, divê em jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Gelek jin, ji ber ku ji bilî zimanê xwe yê dayikê tu zimanekî din nizanin, nikarin li dijî neheqiyên ku wan dîtine dengê xwe bilind bikin. Jin ne tenê qurbanî ne, di heman demê de nikarin trawma, tacîz û tecawiza ku wan jiyane îfade bikin, an jî ji bo mafên xwe li dijî wan şer bikin. Ji ber vê yekê, bêdengkirina çekan îro jî afirandina pergalekê hewce dike ku em karibin van trawmayan derbas bikin."
Zeynep Çelikê anî ziman ku divê mekanîzmayeke edaletê li ser mirinên gumanbar ên jinan, kuştinên jinan, an jî jinên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin were avakirin û got: "Gulistan Dokû 6 sal in winda ye û tê gotin ku wê xwe kuştiye. Di demên dawî de, wekî ku em bi salan e dibêjin, mirinên gumanbar ên jinan tune ne. Her tim kuştin an jî tundî ji aliyê mêran ve bi bikaranîna hêzên dewletê an jî hêza giştî tê kirin. Ev encama van hemû mirinan e. Ji ber vê yekê, bi taybetî li herêma Kurdistanê û li Tirkiyeyê, divê mirinên gumanbar ên jinan werin lêkolînkirin, komîsyonên heqîqetê werin avakirin û berî her tiştî, divê ezmûnên jinan ên di van salan de di vê pêvajoya aştiyê de werin ser maseyê û gavên çareseriyê werin avêtin. Ji ber ku divê jin jî di aştiyê de xwedî gotin bin. Divê dewlet bi vê yekê re rû bi rû bimîne. Em daxwaz dikin ku yên ku ev kiryar li dijî jinan kirine werin darizandin. Ji ber vê yekê divê jin li ser maseyê bin."
MA / Ugurcan Boztaş