ÊLIH - Şafî Aratemur ku di têkoşîna azadiya Kurdan de du zarokên xwe winda kiriye, got ku ji bo bidawîkirina pevçûna nîv sedsalê divê gavên qanûnî bên avêtin.
Nêzîkî 15 meh di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûn ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hatibû destpêkirin û armanca wê çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk bû. Tevî gavên pêwîst ên ku Tevgera Azadiya Kurd ji bo berdewamiya pêvajoyê avêtine jî, nebûna gavên dewletê di nav beşeke mezin a civakê de bûye cihê fikaran. Şafî Aratemur ku keça xwe Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj) ku di sala 2005'an de tevlî PKK'ê bûbû, di pevçûneke li herêma Şêx Cuma ya navçeya Xîzan a Bedlîsê de di 24'ê Adara 2012'an de û kurê xwe Ûgûr Aratemur (Şevger Hêvî) ku di sala 2013'an de tevlî PKK'ê bûbû, di 17'ê Nîsana 2016'an de li Nisêbînê di dema pêvajoya Xrêveberiyê de winda kir, pêvjoyê nirxand.
Şafî Aratemur diyar kir ku ev pevçûna ku nêzîkî nîv sedsalê dewam dike, encamên giran li ser gelê Kurd çêkiriye û got ku pevçûn ne tenê di warê mirovî de, di warê aborî û civakî de jî wêraniyeke mezin çêkirine.
ABDULLAH OCALAN Û FELSEFEYA NÛ
Aratemur diyar kir ku pevçûna ku bi qasî 50 salan dom kiriye, bandorên kûr li ser gelê Kurd kiriye û got ku şer bi rêbazên nehiqûqî û neexlaqî hatiye meşandin. Artemûr got ku polîtîkayên ku hatine meşandin armanc ew bûye ku Kurdan tune bikin û destnîşan kir ku Kurdan di dîrokê de gelek caran serhildan kirine, lê ev hewldan hatine tepeserkirin. Aratemur her wiha destnîşan kir ku nepêkanîna yekîtiya neteweyî li her çar perçeyên Kurdistanê rolek lîstiye û got: "Ya herî girîng, rêbertiyeke mîna birêz Abdullah Ocalan tune bû. Ji ber vê yekê, felsefeyeke nû nehat avakirin û nûbûnek li gorî şert û mercên pêşkeftî nehat bidestxistin."
Aratemur diyar kir ku pêvajoya pevçûnê ji bo Tirkiyeyê jî bûye sedema lêçûnên aborî yên girîng û got ku bi çavkaniyên ku ji bo şer hatine xerckirin, welatekî nû dikare were avakirin. Artemûr got: "Ev pergal ne tenê ji hêla Tirkiyeyê ve, di heman demê de ji hêla DYA, Keyaniya Yekbûyî û gelek welatên Ewropî ve jî hat parastin. Ji ber vê yekê, destê aştiyê yê ku ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatiye dirêjkirin bi berdewamî bêbersiv maye."
Aratemur anî ziman ku Tirkiye bi pirsgirêkên cidî yên aborî, siyasî û exlaqî re rû bi rû ye û diyar kir ku di şert û mercên heyî de guhertin bûye ferz. Aratemûr got ku paradîgmaya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, hebûna gelê Kurd misoger kiriye û got: "Divê dewlet jî vê yekê bibîne û dev ji polîtîkayên xwe yên ewlehiyê berde."
'PÊDIVÎ BI AŞTIYÊ HEYE'
Aratemur diyar kir ku şert û mercên pêwîst ji bo bidestxistina aştiyê hatine afirandin û got: "Bangê ku ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatin kirin, şerê 50 salî bi dawî kir. Tevî vê yekê, hîn jî kesên ku li ser hilbijartin, îhaleyan û desthilatdariyê hesaban dikin hene. Lêbelê, heke şerekî mezin derkeve, ne Kurd û ne jî Tirk nikarin ji encamên wê birevin. Ji ber vê yekê, ji pêdiviya bingehîn hawîrdoreke aştiyane ye."
Aratemur destnîşan kir ku êdî divê kesek ji tu komeke etnîkî jiyana xwe winda neke û got: "Em naxwazin Kurd, Tirk, Ereb an jî mirovên ji tu komeke etnîkî ya din bimirin. Mirin pratîkeke nemirovane ye. Em, mîna gelên cîhanê, xwedî maf in. Ev zîhniyet divê biguhere."
Aratemûr bal kişand ser gavên ku Abdullah Ocalan avêtine û diyar kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoyê. Aratemur got: "Ji her kesî bêtir, em dixwazin şert û mercên aştiyê werin afirandin. Ev cîhan ji bo me hemûyan bes e. Em amade ne ku bi hev re bijîn, lê ji bo vê yekê, divê qanûn biguherin."
MA / Ozan Bayindir