MÛŞ - Niştecihên gundê Zêkreş ku dema li zozanên Dexda heywanên xwe diçêrandin, ji aliyê cerdevanan ve bi êrişê re rû bi rû man, diyar kirin ku cerdevanan êrişeke çekdarî li kiriye û îşkence li wan kiriye û daxwaza betlkirin pergala cerdevaniyê kirin.
Pergala cerdevaniyê ya ku di salên 1990'î de li Kurdistanê hatibû ferzkirin, bû yek ji stûnên herî girîng ên polîtîkayên zextê. Yên ku ev pergala ku bi hinceta ewlehiyê hatibû ferzkirin qebûl nekirin, gundên wan hatin şewitandin û gelek ji wan neçar man ku koç bikin. Bandorên vê serdemê hîn jî berdewam dikin.
Di demên dawî de, ji ber heman polîtîkayan, niştecihên gundê Zêkreş ê navçeya Milazgir a Mûşê ku di salên 1990'î de ji ber redkirina pergala cerdevaniyê ji wan re qedexe bû ku biçin zozanên xwe, di 7'ê Hezîranê de bi êrişa çekdarî û tundiya fizîkî ji aliyê cerdevanan ve hatin. Gundiyên ku hewl didan ku ji bo çêrandina heywanên xwe biçin zozanên Dexda, piştî êrişê neçar man ku herêmê biterikînin. Piştî bendewariyeke dirêj li zozanan, di 8'ê Hezîranê de dîsa rastî destwerdana cendermeyan hatin. Gundiyên ku çavkaniya wan a sereke ya debarê xwedîkirina heywanan e, li dijî berdewamiya vê pratîkê nerazîbûn nîşan dan.
Burhanettin Esen û Mehmet Koca du welatiyên ku li çiyê ji aliyê cerdevanan ve bi êrişê re rû bi rû man, serpêhatiyên xwe vegotin.
Burhanettin Esen, behsa êrişa ku roja Yekşemê êvarê li wan hatiye kirin kir û got ku cerdevanan guh nedane hişyariya cendirmeyan a gulebaranê. Esen bi bîr xist ku gundiyên din jî rastî lêdanan hatine û got: "Her çend welatiyekî bi navê Naim Candemir ling û destê wî şikestî bû jî, wan tundî li wî kir. Em 16-17 kes bûn. Hin ji wan destên wan destên wna ji paş de hat kelemçekirin û hin jê jî bi wayekî asayî hatin kelemçekirin. Wan em serdevkî li erdê dirêj kirin û wesayîtê bi ser me de ajotin. Cendirmeyan ji me re got, 'Heywann ji çiyayên bilind bînin xwarê.' Me pirsî, 'Çima divê em bînin xwarê?' Me dîsa heman bersiv wergirt. Ji bilî me gundên din jî hene ku li çiyayên bilind heywanên xwe diçêrînin. Tenê gundê Zêkreş qedexe ye."
Esen diyar kir ku li gund zêdetirî 2 hezar pez hene û got ku çêrêyên gund ji bo xwedîkirina heywanan têrê nake. Esen diyar kir ku gund di sala 1999'an de wekî "gundê PKK'ê" hatiye binavkirin û leşkeran, bi gotina "hûn li vir endamên PKK'ê xwedî dikin", ketina çêreyê qedexe kirine. Esen wiha pirsî: "Niha çêre hatiye desteserkirin. Cerdevanên gund, bi piştgiriya dewletê, her tiştî dikin. Ez ê li dijî cerdevanan giliyê sûc bikim. Ez her wiha bang li Wezareta Karên Navxweyî dikim ku pergala cerdevaniyê betal bike. Di bin navê cerdevanan de neheqî li gel tê kirin. Ew ji bo dewletê tu sûdê nadin. Walî ew wekî herêmeke qedexekirî îlan kiriye. Pêvajo li dadgehê ye. Em li benda biryara dadgehê ne. Ji me re qedexe ye, lê ji bo wan serbest e?"
MUAMELEYA NEMIROVÎ
Mehmet Koca ku tundiya fizîkî ya ku li çiyayan dîtiye vegot, destnîşan kir ku ew bi muameleya nemirovane re rû bi rû mane. Koca diyar kir ku li dijî cerdevanan lêpirsîn nehatiye vekirin û got: "Em vê yekê ji dewletê re radigihînin û em bersiva 'Gilî bikin' distînin. Em jixwe gilî dikin. Çend hevalên me vîdeoyên bûyerê hebûn. Leşkeran bi zorê telefonên wan girtin û vîdeo jêbirin."
Qedexeya der barê zozanan de didome.
MA / Can Kirbaş