AMED - Desteya Rêveberiyên Xwecîhî ya Demokratîk a DEM Partiyê encamnameya konferansa li Amedê aşkera kir û destnîşan kir ku şaneya bingehîn a demokrasiyê komun e, cihê îdarî û rêveberiyê ya komunê jî şaredarî ne.
Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk hate aşkerakirin ku di 8-9'ê Hezîranê de bi dirûşma "Bi Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ber bi Civaka Komunal ve" hate lidarxistin.
Konferans diyarî Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak û Hevşaredara berê ya Cizîrê Berîvan Kutlu û "hemû hevrêyên" ku di nava dîroka 47 salan a rêveberiyên xwecîhî de jiyana xwe ji dest dan, hate kirin.
Encamname bi vî rengî ye:
"Konferansa xwe ya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ku me di dîrokên 8-9'ê Hezîranê de bi şiara 'Bi Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ber bi Civaka Komînal ve' li dar xist, di serî de ji bo Şaredarê Sêrtê yê serdema borî Selîm Sadak û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku me di demeke nêz de winda kirin; em diyarî hemû rêhevalên xwe yên ku di dîroka me ya 47 salan a birêveberiyên xwecîhî de jiyana xwe ji dest dane dikin. Di şexsê hilbijiartiyên me yên ku wek rehîn têne girtin û hevalên me yên ku di zindanan de girtî ne, em hemû hevrêyên xwe yên ku têkoşîna aştiyê û azadiyê dimeşînin silav dikin û dixwazin ku herî zû bigihêjin azadiya xwe ya fîzîkî.
Konferansa me; bi tevlîbûna delegasyoneke nêzî 450 kesî ku di nav wan de rêveberiya partiya me, hilbijartiyên me û nûnerên saziyên demokratîk jî hebûn, hatiye lidarxistin. Di konferansa me ya du rojî de, pêvajoya siyasî ya ku em tê re derbas dibin û xebatên me yên birêveberiyên xwecîhî yên du salên bihurî hatine nirxandin; di ronahiya van nirxandinan de ji bo xebatên ku di serdema bê de divê bi ruh û hişmendiya komunalîteyê werin meşandin pêşniyar hatine derxistin û biryarên girîng hatine girtin. Li gorî vîna delegasyona konferansê, Belgeya me ya Helwestê ya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk hat nûkirin; pênaseya rêgezên bingehîn, usûl û esasên xebatê û polîtîkayên girtina kar a rêveberiyên xwecîhî di çarçoveya hewcedarî û armancên serdema nû de ji nû ve hatin diyarkirin û qebûlkirin.
Em dixwazin di destpêkê de diyar bikin ku li dijî şêwazê rêveberiya yekperest, hişk û navendparêz ku salên dirêj e li Tirkiyeyê bandora xwe nîşan dide, em ê pêşîtiyê bidin demokrasiya xwecîhî û ji bo ku ev bibe herdemî (û cihê xwe bigire) em ê têkoşînê mezin bikin. Em ê tu carî dest ji daxwaza xwe ya demokrasiya xwecîhî bernedin.
VÎNA GEL DESTESERIYA QEYÛMAN TÊK BIRIYE!
Partiya me di hilbijartinên xwecîhî yên 31'ê Adara 2024'an de qeyûm careke din rûbirûyî têkçûneke mezin kiriye. Tevî her spartina mercên neyeksan, fêlbazî û hewldanên desteserkirinê, partiya me bi 78 şaredariyan û bi gelek destkeftiyên birêveberiyên xwecîhî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Bajêr de bi dest xistine, encameke di ser bendewariyan re bi dest xistiye.
Qeyûm, ne tenê her wekî parçeyekî polîtîkayên zorê yên dewletê, lê belê lêgerîna avakirina li dij hegemonyayê bû. Ji ber vê yekê qeyûm, stratejiyeke rêveberiyê bû. Têkçûna vê stratejiyê ya ku armanc dikir bi rêya şaredariyan razîbûna civakê bigire û civakê ji lêgerîna azadiyê dûr bixe û serdestiyê ava bike; ji girtina şaredariyan wêdetir, bûyereke siyasî ye ku daxwaza guherînê ya civakê li ser sindoqan nîşan dide. Encamên hilbijartinê, dilsoziya gelê Kurd a bi vîna xwe-rêveberiyê re nîşan daye. Ji ber vê yekê vîna gel, projeya hegemonîk a ku di şexsê qeyûman de ketibû dewrê pûç kiriye û şandiye selika çopê ya dîrokê.
Unsurên dewletê yên derveyî norman ku nekarîn têkçûna xwe ya giran a li pêşberî gel qebûl bikin, hem ji bo helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî gel hem jî ji bo zirarê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên me domandin.
‘DIVÊ STATUYA BIRÊZ OCALAN BÊ DIYARKIRIN’
Tevî zihniyeta qeyûm, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dîrokî qewimîn. Bi hewldan û tempoya awarte ya mîmarê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan, di nava çend mehan de gavên giring ên ku li cîhanê mînakên wan nîn in hatin avêtin. Pêvajoya ku sal û nîvek li pey xwe hişt, ji îro pê ve bendewarî û hêviyên derbarê derbasbûna qonaxa aştiya pozîtîf de gihandine astekê. Ji bo vê yekê, di serî de divê mercên xebat û ragihandinê yên azad ên Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin û statûya wî were diyarkirin. Li dû hev, di çarçoveya qanûna giştî (yasaya çarçoveyî) de qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk werin derxistin û bikevin jiyanê; gavên ku pêdiviya wan bi serastkirina qanûnî nîn e bi lez werin avêtin û piştre bi rêziknameyên nû werin palpiştkirin. Di vê çarçoveyê de, paşvekişandina qeyûmên heyî bi biryarek îdarî û piştre wekî ku di rapora dawî ya Komîsyona Demokrasî, Biratî û Pişgiriya Neteweyî ya TBMM'ê de hatiye diyarkirin, betalkirina tayînkirina qeyûman a li ser bingeha Madeya 45an a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393'an pêwîst e.
BILA DI QANÛNA ŞAREDARIYAN DE HEVSEROKATÎ WERE QEBÛLKIRIN
Hevserokatî, yek ji mînakên herî bihêz e ku sedema hebûna me rengê siyasî digire. Destpêka pêkhatina azadiyê, ketina jiyanê ya paradigmaya azadîxwaziya jinê ye. Şertê yekem ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê, prazîtekirin û pêkanîna paradigmaya azadîxwaziya jinê ye heya rîçikên herî zirav ên jiyanê.
Di serê destketiyên jiyanî û rêveberiyê yên paradigmaya azadîxwaziya jinê de hevserokatî tê. Pêkanîna hevserokatiyê ya ku têkoşîna me ya azadiyê pêşengiya wê kiriye, bi demê re ji bo piraniya pêkhateyên demokrat, sosyalîst û şoreşger bûye mînak; qadeke berfireh a belavbûnê bi dest xistiye û tevî hinek sînoran ji aliyê dewletê ve jî bi qanûnî hatiye naskirin. Bi vî aliyê xwe, hevserokatî hem di qada îdeolojîk-siyasî de, hem di xeta têkoşîna civakî de û hem jî di çarçoveya têkoşîna li dijî dewletê de destkeftiyeke mezin e.
Di demên dawî de êrîşên sîstematîk ên zihniyeta mêrsalar, dewletparêz, desthilatdar û zordar ên li ser paradigmaya azadîxwaziya jinê û destkeftiyên têkoşîna me ya ku di vê rêyê de berdêlên mezin dane, zêde bûne. Em ê li dijî van êrîşana helwesteke pasîf an jî reaksiyonel nîşan nedin. Berovajî vê, ji ber ku sîstema hevserokatiyê destkeftiyeke mezin û jêneveger a têkoşîna me ye, em ê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bînin nav her qada jiyanê.
Di qonaxa nû de ya ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dest pê kiriye, em rûbirûyî berpirsiyariyeke dîrokî ne ku bi qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk demokrasiya xwecîhî bihêz bikin û di hemû qanûnan de naskirina sîstema hevserokatiyê dabîn bikin. Banga me ji bo TBMMê û saziya siyasetê ev e ku di serî de Qanûna Şaredariyan, li hemû qanûnên ku pêwendiya wan bi siyaseta demokratîk û demokrasiya xwecîhî re heye, sîstema hevserokatiyê were naskirin.
BI ŞAREDARIYA CIVAKA DEMOKRATÎK EM Ê JIYANÊ BI RÊXISTIN BIKIN
Demokrasî, panzehîra navendparêziyê û nêzîkatiyên dewletparêz e. Lê belê metodolojiya ku dê demokrasiyê watedar û jiyanî bike, hûnandina wê ya ji herêmê û ji binecih ve ye. Ji ber vê yekê şaneya bingehîn a demokrasiyê komun e. Cihê îdarî û rêveberiyê ya komunê jî şaredarî ne. Bêguman ne mimkûn e ku mirov komunê tenê bi şaredariyan sînor bike, lê şaredarî û di wateya berfireh de birêveberiyên xwecîhî yên demokratîk, di hûnandina jiyana komînal a di nav civakê de û di avakirina civaka demokratîk de xwedî roleke pêşeng in.
Şaredariya civaka demokratîk, şaredariya gel e. Kirina siyaset û xizmetê bi hev re li gel gel e. Jiyanîkirina demokrasiyê ya ji herêmê ye. Destpêka demokrasiyê ji herêmê dibe û şaredariya civaka demokratîk namzed û daxwazkarê pêkanîna vê yekê ye. Pêşxistina tevgera şaredariya demokratîk; di serî de jin, ciwan, astengdar, gelên xwedî nasnameyên cuda û bawerî, rêxistinbûna hemû beşên civakê li ser bingeha hewcedariyên wan, wezîfe û berpirsiyariya birêveberiyên xwecîhî ye. Perwerde, ziman, çand, tenduristî, aborî û ekolojî di serê van hewcedariyan de tên.
Şaredariya Civaka Demokratîk, di serdema nû de ji bo me nexşeya rê ya bingehîn e. Ku em ê vê rêyê li ser kîjan rêgez û kesan ava bikin, bi vîna hevpar a ku di konferansa me de derketiye holê teşe girtiye. Em ê destkeftiyên serdema borî bi biryardariyên xwe yên serdema nû re bînin cem hev û bi xurtî bibin bersiv ji bendewariyên gel re. Em ê hilweşîna ku serdema heşt salan a desteseriya qeyûman ava kiriye tamîr bikin û telafîkirina salên windakirî pêk bînin.
Bi vê armancê di serdema nû de, em bi girtina bingeha vîna ku konferansa me derxistiye holê, careke din beyan dikin ku me rêgeza tevlibûna demokratîk wekî têgihîştina xwe ya rêveberiya bingehîn qebûl kiriye. Bi qebûlkirina ku gel di pêvajoyên biryargirtinê yên meclîsên şaredarî û giştî yên parêzgehan de subjektiya resen e, em ê di serî de xebatên budçeya beşdar, komunan ava bikin; bi rêya meclîs û konseyên bajaran mekanîzmayên biryargirtinê yên bi gel re çalak bikin. Em ê têgihîştina civakeke ku nayê birêvebirin lê rasterast beşdarî rêveberiyê dibe mezin bikin.
Pratîzekirina têgihîştina şaredariyê ya ku pêşîtiyê dide rêxistinbûnên komun û kooperatîfan, piştgiriya van xebatan dike û belav dike jî, yek ji armancên bingehîn ên vê serdemê ye. Bi têgihîştina “komun şaredarî ye, şaredarî komun e”, em ê her şaredariyekê wekî komunekê bi rêxistin bikin. Em ê têgihîştina birêveberiya xwecîhî ya ku hemû beşên civakê xwe di nav de dibînin, xwedî gotin û biryar in, bi kesayet û nêzîkatiyeke komînalîst bi pêş bixin. Em ê şaredariyan ne tenê wekî saziyên ku xizmetê hildiberînin, lê di heman demê de wekî qadên demokratîk ên ku pişgiriya civakî û jiyana hevpar lê tê rêxistinkirin ava bikin.
Dema ku krîza aborî ya kûr a ku Tirkiye tê de ye û pirsgirêkên aborî yên ku şaredariyên me rûbirû ne werin ber çavan, şêwazê rûdana meqam, post û amûrên ku têne bikaranîn li ser civakê giringiyeke hîn mezintir bi dest dixe. Konferansa me vîneke zelal derxistiye holê ku hemû hilbijiartiyên me di jiyana xwe û pratîka xwe de baldarîya herî mezin bidin van tiştan; çavkaniyên şaredariyê bi awayekî çalak, berdar û ji bo berjewendiya gel werin bikaranîn.
Bi taybetî di serî de nifşê ciwan, pirsgirêkeke giran a bêkarî û îstihdamê heye. Zext û bendewariya civakî ya ku ev rewş diafirîne, pirî caran li ser şaredariyan kom dibe. Bersivdana van bendewariyan bi rêbazine wekhev, adil û şeffaf, berpirsiyariya bingehîn a birêveberiyên xwecîhî ye. Ji ber vê yekê, di pêvajoyên girtina kar a li şaredariyên me de em sîstema pişkê êdî wekî rêgezeke bingehîn qebûl dikin. Em armanc dikin ku hemû hemwelatiyên ku daxwaza îstihdamê dikin, li gorî wekheviya fersendan a li ser bingeha lîyaqetê werin nirxandin û ji bo her kesî pêvajoyên adiltir werin meşandin.
Ji tespîta 'Ziman hilgirê çandê ye' tevgeriyan, em ê xebatên zimanê dayikê û çandê di hemû herêman de bixin nav jiyanê. Ji aliyekî de dema ku em bi têgihîştina şaredariya pirzimanî xizmetê pêşkêş dikin, ji aliyê din de em ê beşdariyê li parastin, pêşxistin û veguhastina zimanên xwecîhî bo nifşên paşerojê bikin. Li herêman em ê çalakî û xebatên ku resenî û xweseriyên çandî yên gelan li ber çavan digirin pêk bînin. Em ê ziman û çanda gelan bidin geşkirin, di xala veguhastina vê mîrasa çandî bo nifşên paşerojê de em ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bînin cih.
BI RÊVEBERIYÊN XWECÎHÎ YÊN DEMOKRATÎK EM Ê BIGIHÊJIN CIVAKA KOMUNAL!
Îro di bingeha krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de navendparêziya zêde heye. Rexmê ku di dîroka bi hezarên salan a van waran de navendparêzî îstisna ye, desantralîzasyon (nenavendî) rêbaz e. Pêdivî bi rûyeke nû heye ku navend û herêmê ji nû ve bifikire, têkiliyên wan bi nêrîna li ser kevneşopiya qedîm a van waran mînak bide, demarên ku dê paradigmaya civaka demokratîk jiyanî bikin vebike.
Çarçoveya ku 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Birêz Abdullah Ocalan di dîroka 27ê Sibata 2025an de xêz kiriye, xwedî mohreke dîrokî ye derbarê derbaskirina paradigmaya serdestiya netewe-dewletparêz û siyaseta demokratîk de. Stratejiya siyaseta demokratîk, zemîna avakirina paradigmaya civaka demokratîk e. Kevirên vê zemînê jî dikarin bi têgihîştina birêveberiyên xwecîhî yên demokratîk werin hûnandin. Birêveberiyên xwecîhî yên demokratîk, her rola xwe ya pêşeng û avaker bilîze, civaka demokratîk ava dibe. Geşkirina demokrasiya xwecîhî û destûra bingehîn a demokratîk jî bi entegrasyona demokratîk mimkûn e. Bi entegrasyona demokratîk, pêkhatina formulasyona dewlet+demokrasî, di heman demê de dê bibe zemîna yekîtiya komînal a gelê Kurd û gelên xwecîhî.
Ji bo vê yekê bêyî gîrokirin û eglekirina demê divê gavên qanûnî werin avêtin. Ji bo pêşveçûna demokrasiya xwecîhî, rakirina şerhên di Şarta Xweseriya Xwecîhî ya Ewropayê de û nûkirina ruhê 'demokrasiya xwecîhî' ya Destûra Bingehîn a 1921ê elzem e. Bi vê nûkirinê re transformasyona rêveberiya giştî ya Tirkiyeyê ber bi pêkhateyeke desantralîst ve dê derfetê bibîne û rê bide veguhastina rayeyê ji rêveberiya navendî ber bi birêveberiyên xwecîhî ve. Dîsa rakirina şerhên di Şarta Xweseriya Xwecîhî ya Ewropayê de, derxistina Qanûna Birêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk û Qanûna Civaka Sivîl a Demokratîk, dê di bicihhatina paradigmaya civaka demokratîk de û di çûna dîrokê ya paradigmaya serdestiya netewe-dewletparêz de roleke diyarker bilîze.
Bi van ramanan, em dixwazin Konferansa me ya Birêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a ku me bi şiara 'Bi Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk ber bi Civaka Komunal ve' lidar xistiye, di avakirina civaka demokratîk de tevkariyê li gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bike."