Cesur li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
- Rojane
- |
- 19 Gulan 2026 14:57
- |
MÛŞ - Bahattîn Cesur ku piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe Mûşê bi coşe hate pêşwazîkirin.
Bahattîn Cesur ê li Girtîgeha Tîpa T a Maltepeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan di 22’yê Nîsanê de hate berdan. Cesur, vegeriya bajarê xwe Mûşê û bi coş hate pêşwazîkirin. Cesur, li balafirgehê ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê û xizmên xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.
Cesur, di pêşwazîkirinê de daxuyaniyeke kin da. Cesur, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane lê dîsa jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya birûmet bernedaye. Cesur, wiha got: “Me, xeta Rêber Apo û şoreşgerên Kurdistanê esas girt. Heta Rêbertiya me, hevalên me azad dibin û gelê me mafên xwe bi dest dixe dê têkoşîna me didome.”