Li Agiriyê 20 kesên ji ber Newrozê hatibûn girtin hatin berdan

Parve bike:

AGIRÎ - Li Agiriyê 20 kesên ji ber pîrozbahiya Cejna Newrozê hatibûn girtin, hatin berdan. 

 
Li Agiriyê piştî pîrozbahiyên Newrozê li seranserî bajar bi ser gelek malan de hatibû girtin û gelek kes bi îdiayên “Li dijî polîsan derketine” û “propagandaya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û girtin. 20 kesên piştî pîrozbahiyan hatin girtin, piştî îtîraza parêzeran hatin berdan.