Ji Rûsyayê tetbîqata nukleerî!
- Cîhan
- |
- 19 Gulan 2026 13:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku tetbîqatên nukleerê destpê kiriye û zêdetirî 65 hezar leşker tev li bûne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li seranserê welêt têkildarî bikaranîna çeka nukleerî tetbîqatên leşkerî yên berfireh hatine destpêkirin. Hate ragihandin ku tetbîqatên 19'ê Gulanê dest pê kirin dê heta 21'ê Gulanê dewam bikin.
Wezaretê ragihand ku zêdetirî 65 hezar leşker, nêzî 7 hezar û 800 wesayîtên leşkerî, pergala çekan û zêdetirî 200 pergalên moşekan dê di tetbîqatan de cih bigirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, balafirên şer, keştiyên şer, keştiyên binê avê û keştiyên binê avê yên nukleerê wê ti tetbîqatan de amade bin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wiha ragihand ku di çarçoveya tetbîqatê de wê senaryoyên li ser bikaranîna hevpar a çekên nukleerê yên li xaka Belarûsê jî bêne nirxandin.