Cezayê darvekirinê li ‘celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî hat birîn
- Rojane
- |
- 14 Gulan 2026 15:14
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rûniştina duyemîn a doza “Celadê Kurdan” Ecac Tîkrîtî hat lidarxistin. Dadgehê, cezayê darvekirinê da Ecac.
Rûniştina duyemîn a doza Ecac Tîkrîtî ku weke “Celadê Kurdan” tê pênasekirin, li Dadgeha Resafe ya Bexdayê hat lidarxistin. Tîkrîtî, li Girtîgeha Nugre Selmayê tê ragirtin. Dadger, ji bo vî kujerê Kurdan biryara darvekirinê da.
Ecac Ehmed Herdan bi nasnav “Ecac Tikrîtî’ xelkê bajarokê Tikrîtê ya ser bi parêzgeha Selahedînê ye û ji eşîreta Elbunasir û êla Nizare. Anku ji eşîra Sedam Hisên e. Mala wî li Kerkûkê bû û piştî hilweşîna rejîma Baasê, berê xwe da Sûriyeyê û li taxa Cermane ya paytexta Sûriyeyê Şamê jiya. Yek ji wan kesan bû ku sûcê Enfalê kiribû. Ji sê kurên wî du jê li navçeya Ziluyeyê di nava refên El Qaîdeyê de hatin kuştin û kurê wî yê biçûk jî pê re dijiya.
Ecac, di 31’ê Tîrmeha 2025’an de hate girtin û di danişîna îro de cezayê darvekirinê lê hate birîn.