Lêpirsîna Gulistan Dokuyê: Hevkariya saziyên dewletê heye, navê vê şerê taybet e

Parve bike:

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî mirina Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz û Rojîn Kabaîşê axivî û got: “Saziyên dewletê bi hevkarî ser vî sûcî girtine. Navê vê şerê taybet e.” 

 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Halîde Turkoglûyê, têkildarî cînayetên jinan û jinên hatine windakirin axivî û têkildarî mirinên biguman ên jinan û got “daraza çete-mafyayê destên hev girtine.” 
 
Halîde Turkoglûyê, diyar kir ku geşedanên piştî 6 salan di dosyya Gulistan Dokuyê de çêbûyîn, encama têkoşîna jina ye û wiha got: “Dema jinan aqûbeta Gulistanê dipirsina bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Pirsa ‘Gulistan Doku li ku ye?’ weke sûc hate hesibandin. Lê dosya niha derbasî qonaxeke nû bû. Divê were zanîn ku geşedana niha, encama têkoşîna jina ye. Divê ev geşedan weke ku nû derketibin holê neyê dîtin. Divê weke agahiyên heta hatine veşartin bên dîtin. Me hêj di serî de gotibû ku di vê bûyerê de hin kes tên parastin.” 
 
‘HER SAZÎ Û KESÊN BÊDENG MANE DIVÊ BEN DARIZANDIN’ 
 
Di berdewamê de Halîde Turkoglûyê da zanîn ku hişyariya malbat û parêzeran a “delîl tên veşartin û hin kes tên parastin” hatiye paşguhkirin û wiha pê de çû: “Di encama têkoşîna 6 salan de 13 kes hatin binçavkirin ku ev kes bi sala ye jinan îşaret bi wan dikir.  Binêrin, karta SIM’ê ya Gulistanê dixin telefona polîsekî û hemû agahiyan jê dibin. Gelo ma tiştekî zehmet bû ku bizanin ev kart piştî 13 rojan xistine telefona polîsekî. Parêzerê malbatê dibêje giliyê walî Tuncay Sonel kirine. Lê tevî vê jî der heqê wî de tu lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Der heqê Mûstafa Tuncay Sonel ku tê îdiakirin Gulistan kuştiye û bersûcên din de pêvajoyeke darazê ya baş nehatiye meşandin. Hewceye hemû kes û saziyên mudaxileyî dosyayê kirine bên darizandin.” 
 
‘HEVKARIYA SAZIYÊN DEWLETÊ HEYE’ 
 
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê anî ziman ku ew ê tenê bi ronîkirina aqûbeta Gulistan Dokuyê bisînor nemînin û wiha axivî: “Ji ber ku em baş dizanin; agahiyên di dosyaya Gulistan Dokuyê de careke din rizîbûna di daraz, ewlekarî û saziyên dewletê de nîşan da. Helbet ev geşedan ji bo edaletê girîng e lê belê her agahiya tê parvekirin, careke din nîşan dide ka şebekeyên sûc çawa ava dibin, ev şebeke çawa bi mertalê necezakirinê tên parastin. Di nava bûyerê de waliyê bajar, polîs, ewlekarî, sazî hene. Hemû saziyên dewletê bi awayekî hevkar ketine nava veşartina vî sûcî. Navê vê şerê taybet e. Ev rêbaza şerê taybet ku bi destê çeteyan tê domandin, hem Gulistan hem jî gelek jinên din ên ciwan ji malbat û hevalên wan qut kiriye. Mîna Rojwelat Kizmazê ku hevala herî nêz a Gulistan Dokuyê bû û di sala 2024’an de cenazeyê wê di bendava Heskîfê de hate dîtin. Di çarçoveya van agahiyan de hewceye mirina Rojwelat Kizmazê jî bi hûr û kûr were lêpirsîn. Divê were aşkerakirin ka eleqeya vê mirinê bi bûyera Gulistan Dokuyê re heye yan na. 
 
LI PIŞT ÎNTÎHARAN SIYASETMEDAR DERDIKEVIN 
 
Ne tenê di bûyera Gulistanê de, em dizanin ku li pişt hemû cînayetên jin û zarokan de ev çeteye û zîhniyeta tarî heye. Heke heta niha jî faîlên Rabîa Naz, Nadîra Kadîrova, Yelda Kaharman, Rojîn Kabaîş û gelek jinên din nehatibin dîtin, sedema wê ev mertalê nezakirinê ye. Li pişt faîlên van cînayetan an rayedarên dewletê yan siyastemedarekî nêzî îktîdarê yan jî kesên darazê hene. Îcar heke faîl kesên xwedî meqam bin, wê demê bi temamî tên parastin. 
 
JI BO MIRINA ROJÎNÊ DIBÊJE ÎNTÎHAR 
 
Dema Rabîa Naz hatî qetilkirin 11 salî bû. Ji kêliya ewil ve xwestin weke întîharê nîşan bidin. Lêbelê di encama israra bavê wê Şaban Vatan de derket holê ku wesayîtekê li keça wî xistiye û dosya bi destê Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê yê demê Nûrettîn Canîklî û têkiliyên siyasî hatiye girtin. Nadîra Kadîrova li mala Wekîlê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal dixebitî û mirî hate dîtin. Hevalek a nêz ya Kadîrovayê got ku Kadîrovayê jê re gotiye wekîl Unal ew tacîz kiriye û hewl dide wê bikuje. Lê dîsa jî ev bûyer weke întîhar hate qeydkirin. Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl dan ser cînayetê bigirin. Zîhniyeta ku Gulistan qetil kir û winda kir, îro jî ji bo mirina Rojînê dibêje întîhar û hewl dide ser bigire. 
 
PERGALA ÇETE, MAFYA Û DARAZÊ BI DESTÊN HEV GIRTΠ
 
Her wiha îro danişîneke din a girîng hate lidarxistin. Ev doz jî doza cînayeta Narîn Guranê ye. Em dixwazin di vê dozê de edalet bicih bê û ji bo darizandineke adilane, doz jinûve were lidarxistin. Ev tevek careke din nîşan didin ka saziyên edaletê, darazê û cemaweriyê çawa riziyane. Çete - mafya – darazê bi destên hev girtine û ev pergal ava kirine. Heke dozeke diviyabû 6 sal berê bihata çareserkirin niha pêşketin çêbibe, ev nîşaneya têkçûn û rizîbûna pergala darazê ye. Pergaleke çetetiyê heye. Careke din hate dîtin ka delîlên herî girîng çawa hatine veşartin. 
 
MIRINA TU JINEKÊ BIGUMAN NÎNE 
 
Wezîrê Dadê niha dibêje êdî ji kê digire bil bigire dê bidome. Ez bibêjim; dê ji daraza mêr, pergala edaletê ya riziyayî, waliyê wê demê, yên jinên digotin ‘Gulistan li ku derê ye?’ binçavkirin, yên dayik û xwişka Gulistanê li erdê kaş dikirin û binçavkirin, yên xwestin wan bêdeng bikin bigire. Mirina tu jinekê biguman nîne. Li pişt van mirinan tundiya mêr, tundiya dewletê heye. Li pişt wê daraza mêr a naparêze heye. Polîtîkayên necezakirinê û sepanên nayên bicihanîn hene. 
 
GUH BIDIN DENGÊ JINAN 
 
Tevahiya van, berpirsyartiya îktîdara siyasî ye. Ya ku divê niha were kirin ew e ku guh bidin dengê jinan. Divê verastkirinên zagonî yên jinan diparêzin bi awayekî çalak têkevin meriyetê. Divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê. Em ê serî li ber vê pergala rizî, ya faîlan diparêze serî netewînin. Em ê hesabê Gulistan Doku û her jina hatiye windakirin bipirsin.”