Ji ber nûçeya Sêwregê rojnamevanek hat binçavkirin
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2026 12:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Lutfu Yagli ji ber nûçeya xwe ya li ser êrişa li ser dibistanê li Sêweregê hat binçavkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku nûçegihanê rojnameya Sabahê Lutfu Yagli ji ber nûçeya xwe ya li ser êrişa çekdarî ya li ser Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu li navçeya Sêweregê ku 16 kes birîndar bûbûn, hat binçavkirin.
DFG'ê diyar kir ku li dora saet 4:00'ê sibê, nûçegihanê rojnameya Sabahê Lutfu Yagli ku li Sêwregê dixebite, hatiye binçavkirin. DFG'ê daxuyand ku binçavkirin ji ber nûçeya wî ya li ser êrişa li ser dibistana li navçeyê.