Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan
- Rojane
- |
- 16 Nîsan 2026 12:31
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Şamê bi Şara re civiyan. Di hevdîtinê de pêvajoya entegrasyonê hat nîqaşkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, civînên xwe li Şamê temam kirin. Ebdî û Ehmed li Şamê bi Ehmed El Şara, Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re civiyan. Di civînê de, ku Wezîrê Derve Esed El Şeybanî û nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayîş jî beşdar bûn. Di civînê de li ser temamkirina pêvajoya entegrasyonê di saziyên dewletê de hat nîqaşkirin.
Aliyan li ser pêşxistina aliyên saziyî û leşkerî yên entegrasyonê, pêşxistina mekanîzmayên hevrêziyê û rêbazên ji bo pêkanîna vê pêvajoyê nîqaş kirin.
Çavkaniyên nêzîkî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihandin ku di civînê de bi taybetî li ser mijarên teknîkî yên têkildarî zêdekirina hevrêziya nav saziyan û şopandina gavên entegrasyonê hatiye sekinandin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, piştî hevdîtinên wan ên li Şamê temam bûn, vegeriyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.