Bi girseyî serdana şîna Akman ê HSD'î hat kirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Şîna Mehmet Emîn Akman ê HSD'î ku di 2019'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin. 

Şîna endamê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mehmet Emîn Akman (Seîd Tolhildan) ku di 21'ê Sibata 2019'an de li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin. Şîna ku li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê hat danîn, bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ve bi girseyî hat kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes beşdarî serdanê bûn û gelek caran dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin.
 
Girseya ku li têketina bajarokê kom bû, ber bi cihê şînê ve meşiya. Piştî rêzgirtinê, rêveberê MEBYA-DER a Hezexê Salîh Acar got: "Şehîd xeta me ya sor in. Em çi bikin bila bikin, em qet nikarin bibin layiqê wan." Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Ramazan Ûysal jî got: "Em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Îro, ev pêvajo bi saya şehîdan e. Wan Kurd bi cîhanê dan nasîn. Li Rojavayê, Kurd bûn yek. Ev bi têkoşînê çêbû. Em ê di rêya wan de berdewam bikin."
 
'PARASTINA ROJAVAYÊ ERKA ME HEMÛYAN E'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê jî diyar kir ku Kobanê ji bo hemû mirovahiyê hêvî ye û got: "Saîd Tolhildan yek ji wan kesan bû ku ev hêvî mezin kir. Îro, parastina Rojavayê erka me hemûyan e. Em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Piştgiriya vê pêvajoyê tê wateya piştgiriya Rojavayê. Şehîd xeta me ya sor in."
 
Halîme Akmanê, dayika Mehmet Emîn Akman jî got: "Ez hêvî dikim ku ev a dawî be. Ez ê hewl bidim hêjayî kenê ezîzê xwe bim."
 
Serdan piştî xwendina duayan bi dawî bû.