Li dijî Ûkraynayê êriş: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsyayê duh di tevahiya şevê de êrişî Ûkraynayê kir û di encama êrişan de zarokek jî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rûsyayê li dijî Ûkraynayê êrişên nû kir. Şaredarê paytext Kîev Vitaliy Kliçko, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku artêşa Rûsan di tevahiya şevê de êrişî Kîevê kiriye û di encama êrişan de zarokekî 12 salî jî di nav de bi giştî 4 kes li Kîevê mirine û 45 kes jî birîndar bûne. Kliçko, da zanîn ku xetereya êrişên hewayî didome.
Servîza Rewşên Lezgîn a Dewleta Ûkraynayê (DSNS) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji ber êrişan ziyan gihiştiye jîngehan û binesaziya bendergehan. Hat gotin ku li gorî agahiyên li ber dest, 8 kesan di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne.
Her wiha di encama êrişa Rûsyayê ya li dijî herêma Dnipropetrovskê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.
Fermandariya Artêşa Hewayî ya Artêşa Ûkraynayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Rûsyayê şevê din bi moşekên tîpên cuda û SÎHA’yan êriş kiriye. Hate gotin ku artêşa Rûsyayê 44 moşek avêtiye û li dijî herêmên cuda yên Ûkraynayê bi 659 SÎHA’yan êriş kiriye.
Hat gotin ku hêzên parastina hewayî 32 moşek û 636 ÎHA bêbandor kirine.
Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy jî têkildarî êrişan daxuyanî da û got Rûsya sivikkirina mueyîdeyan heq nake, divê bi hemû derfetên xwe jiyana gel biparêzin û ji bo aştiyê zextekî giran bikin.