Li dijî barageha Heşdî Şabî ya li Babîlê êriş hate kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Baregeha Heşdî Şebî ya li herêma Cerf Sexerê ya li bajarê Babîlê ya Iraqê hate bombebarankirin. Di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Hat ragihandin ku baregeha Heşdî Şabî ya li herêma Cerf Sexerê ya li bajarê Babîlê hate bombebarankirin. Hat gotin ku kuştî û birîndar hene. 
 
Li gorî medyaya Iraqê ku agahiyan dispêre çavkaniyên herêmî, êriş di danê sibehê de hate kirin û di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. 
 
Li hêla din, li dijî Balafirgeha Bexdayê bi moşek û dronan êriş hate kirin. Têkildarî encamên êrişê agahî nehatin parvekirin.