Li polîsê Oner qetil kiribû cezayekî mîna xelatê hate dayin!

Parve bike:

AMED - Li polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ku Şahîn Oner qetil kiribû, ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 

 
Ciwanê bi navê Şahîn Oner (19), di 10’ê Sibata sala 2013’an de ji hêla polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ve bi wesayîtê hate qetilkirin. Danişîna jinûvedarizandinê ya bersûc Selahattîn Korkmaz li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Korkmaz ku bi sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” tê darizandin, bi rêya SEBÎS’ê tev li danişînê bû lê parêzerê wî hincet nîşan da û tev li nebû. Parêzerên malbata Oner, endamên Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Yakup Guven û Yûsûf Erdogan di danişînê de amade bûn. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê jî danişîn temaşe kir û xwest tev li dosyayê bibe. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dadgehê, hinceta parêzerê bersûc Korkmaz ji bo tev li danişînê nebe pêşkeş kir red kir û got ku dê biryar were dayin. Di danişînê de ji ewil bersûc Korkmaz axivî û îfadeyên xwe yên berê dubare kir. Piştre jî dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest bersûc ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin. 
 
‘DIVÊ JI SÛCÊ KUŞTINA BIQESDÎ WERE DARIZANDIN’ 
 
Parêzer Yakup Guven jî parastina xwe kir û got ku tev li mutalaayê nabin. Guven, diyar kir ku lêpirsîn û teqîbat 13 sal in didome û got: “Dadgeha herêmî beriya niha jî ji hukmên qisûrê ceza dabû bersûc. Li gorî me divê ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin. Ji kêliya ewil a bûyerê ve delîl bi awayekî bêalî nehatin nirxandin. Di vê dosyayê de qesd heye û ev qesd ne tenê bi polîsê eciqandî eleqedar e. Divê der heqê hemû polîsên bûne sedema binpêkirina mafê jiyanê yê zarokî de lêpirsîn were destpêkirin û bên darizandin. Dema di navbera 2 hemwelatiyan de bûyerekî bi heman rengî diqewime, bersûc ji ber heman delîlan cezayên giran digirin. Em dibînin ku bi heman muameleyê nêz nabin. Ev, pergala necezakirinê ye. Em naxwazin bi heman pergalê rû bi rû bimînin. Em dixwazin bersûc ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin.” 
 
‘DI WÊ BAWERIYÊ DE YE KU NAYÊ CEZAKIRIN’ 
 
Parêzer Yûsûf Erdogan jî anî ziman ku tev li mutalaayê nabe û îfadeyên bi heman rengî da. Erdogan, diyar kir ku bersûc di wê baweriyê de ye ku dê ji ber vê dosyayê ceza negire û got: “Yê vê baweriyê dide wî jî daraz e. Dema kesek ji hêzên ewlekariyê be dikare bi qesdî sûc bike, bikuje. Heke van pratîka cezakirinê bidîta dê li dijî gel ev tişt nekirina. Sûcê kiriye aşkeraye û sûcê kuştina biqesdî kiriye. Divê ji vî sûcî were cezakirin û were girtin.” 
 
DAXWAZA BAROYA AMEDÊ HATE REDKIRIN 
 
Ji Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê parêzer Ferdî Çîçek jî xwest tev li dosyayê bibin lê ev daxwaz hate redkirin. 
 
Li dijî mutalaayê nêrîna bersûc Korkmaz hate pirsîn û got dixwaze parastina xwe nivîskî bike. Serokê Dadgehê jî got: “Parêzerê te ev bû du car hincetê nîşan dide û me jî red kir. Bûyer di sala 2013’an de qewimî ye û êdî em vê encam bikin. Heke tu di daxwaza xwe ya nivîskî de biisrar nebî em vî karî îro biqedînin.” Bersûc Korkmaz jî parastina xwe kir û heman gotinên berê dubare kir û daxwaza beareta xwe kir. 
 
Dadgehê jî ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Parêzeran got ku dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê bidin. 
 
DER HEQÊ DOZÊ DE
 
Ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) di 10’ê Sibata sala 2013’an de li Amedê ji hêla polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ve bi wesayîta zirxî hate qetilkirin. Di 23’yê Mijdara 2021’ê de jî ji ber sûcê “Bi qisûra xwe ya zanebûn bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê li bersûc Korkmaz hate birîn. Her du aliyan jî ji ber cezayê ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû dayin, serî li Îstînafê dan. Daîreya 3’yan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê jî bûyer weke “qezaya trafîkê ya sivik” nirxand û ji ber nakokiyên di dosyayê de, biryara “lêkolîn kêm hatiye kirin” da û doz betal kir.
 
Piştî betalkirina biryarê, doz di 30’ê Nîsana 2024’an de jinûve hate lidarxistin. Şandeyeke pisporan ên ji hîndekarên Fakûlteya Veguhestin/Makîneyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) pêk dihat, di 22’yê Çileyê de raporek amade kir û ev rapor li dosyayê hate zêdekirin. Di rapora pisporan de hate îdiakirin ku polîsê bersûc “qisûrdarê talî” û Oner jî “qisûrdarê eslî” ye.
 
Di danişîna dozê ya di 29’ê Gulana 2018’an de li şahidan hate guhdarîkirin. Şahidan got ku panzer nêzî Oner bû Oner didît û fren nekiriye. 
 
Di danişîna biryarê ya di 19’ê Adarê de biryar hate dayin. Dadgehê, ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal û 4 meh cezayê hefsê da polîsê bersûc. Di biryara bihincet de dadgehê îfadeyên şahidan esas negirt.
 
Hem dozgeriyê hem jî parêzerên malbata Oner li dijî biryarê serî li îstînafê dan. Di serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hate îdiakirin ku cezayê li bersûc hatiye birîn zêde ye. Di serlêdana parêzeran de jî biryar weke “derhiqûqî” hate nirxandin. Di serlêdanê de hate gotin ku polîsên diviyabû ji sûcên “Terkexemiya di dema peywirê de/ ji ber terkexemiyê mirov kuştine/ tunekirina delîlan” bihatina darizandin, weke şahid lê hatiye guhdarîkirin. Di serlêdanê de hate gotin ku Oner “biqesdî” hatiye kuştin û bal kişand ser îfadeyên şahidên bêalî, raporên nexweşxane û tipa edlî. Parêzeran, xwestin biryar were betalkirin û cezayeke giran li bersûc were birîn.
 
Lêbelê dadgehê li gorî daxwaza bersûc, biryar bi îdiaya “ceza zêde hatiye dayin” betal kir.