ENQERE - Welatiyê bi navê Mesût Îlkbahar, ji hêla cendirmeyan ve hatibû qetilkirin û cendirmeyan îdiaya “di nava pevçûnê de ma” kiribû. AYM’ê, got ku mafê jiyanê yê Îlkbahar, ji hêla usûlê ve hatiye binpêkirin.
Welatiyê bi navê Mesût Îlkbahar, di 1’ê Tebaxa sala 2016’an de dema li navçeya Xozatê ya Dêrsimê bavê xwe ji bo îmzeyê dibir Qereqola Cendirmeyan a Dalorenê, li nêzî qereqolê di wesayîta xwe de rastî êrişa çekdarî hat. Îlkbahar di êrişê de bi giranî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da. Cendirmeyan jî îdia kir ku Îlkbahar “di nava pevçûnê de maye û hatiye kuştin.” Malbata Îlkbahar, bi sedema ku mudaxileya tenduristiyê dereng hatiye kirin û lêpirsîneke baş nehatiye kirin, di 2’yê Îlona 2020’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê, têkildarî serlêdanê nirxandin kir. AYM’ê, diyar kir ku wesayîta Îlkbahar, quleyên nobedê û mewzî tevî di rapora lêkolînê ya cihê bûyerê û di krokiyan de diyar bûn jî, meqamên erkdar ji bo were tesbîtkirin gule ji kîjan alî ve hatiye avêtin rapora pisporan amade nekiriye. AYM’ê got bi vê yekê re; ji bo ronîkirina mirinê û diyarkirina berpirsyaran, delîleke girîng nehatiye komkirin.
'NEDÎTINA SERIKÊ FÎŞEKÊ CIHÊ GUMANÊ YE’
AYM’ê, da zanîn ku di lêkolîna cihê bûyerê de ku piştî bûyerê hatiye kirin û serlêdaran tê de cih nedigirt, aşkera dibe ku ji yekê zêdetir gule hatine berdan lê tevî vê jî di nava wesayîtê de tu serikên fîşekan nehatine dîtin û ev jî cihê gumanê ye. AYM’ê, destnîşan kir ku daxwaza lêkolîna nû ya serlêderan jî bêyî hinceteke şênber hebe hatiye redkirin û ev jî di di mijara komkirina delîlan de weke kêmasî dikare bê qebûlkirin.
'LÊPIRSÎN ZÊDE SERBIXWE NEHAT MEŞANDIN’
AYM’ê, daxuyand ku îfadeya personelên leşkerî yên têkildarî bûyerê, ji hêla R.K. û M.T. ên li heman qereqolê dixebitin, îfadeya fermandarê qereqolê R.K. jî ji hêla fermandarê cendirmeyan ê navçeyê ve hatiye girtin; ji roja bûyerê heta niha tu xebatkarekî qereqolê li Dozgeriya Komarê îfade nedaye û ev jî nîşan dide ku lêpirs zêde serbixwe nehatiye meşandin.
AYM’ê, got ku lêpirsîna têkildarî mirina Îlkbahar 9 salan domiyaye û hêj nehatiye temamkirin. AYM’ê got: “Ev jî nîşan dide ku lêpirsîn bi leza tê xwestin nehatiye meşandin.”
BIRYARA BINPÊKIRINÊ
AYM’ê, diyar kir ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin, mafê jiyanê yê Îlkbahar ji hêla usûlê ve hatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku 225 hezat TL tazmîna ji malbatê re were dayin û biryar bi piraniya dengan hate qebûlkirin.
MA / Sema Bîngol