Jin ji bo plansaziya 8’ê Adarê civiyan

Parve bike:
MÛŞ - Meclisa Jinan a Şaredariya Mûşê ji bo bernameya 8'ê Adarê civiyan.
 
Meclisa Jinan a Şaredariya Mûşê ya di destê DEM Partiyê de ji bo amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî, sêyemîn civîna xwe li dar xist. Civîn li avahiya Şaredariyê pêk hat û endamên meclisa şaredariyê û karmendên jin ên şaredariyê tevli bûn.
 
Serokwekîla Meclisa Jinan, Hamdiye Çakir, di civînê de axivî û got: "Îro em li vir tenê civîna plandayînê li dar naxin. Em îro ji bo hişmendî, helwest, berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya li hemberî 8'ê Adarê zelal bikin em li vir in."
 
 
Civîn piştî pêşkeşkirina pêşniyar û nêrînên ji bo plansaziya 8'ê Adarê bi dawî bû.