Malbata ku ji ber berfê xaniyê wan hilweşiyayî li derve man

Parve bike:

COLEMÊRG - Li Colemêrgê xaniyê malbatekî ji ber berfê hilweşiya û malbata ku ji hilweşanê rizgar bû li derve man.

 
Li taxa Pehlîvan a Colemêrgê ji ber berfê dîwarên xaniyekî hilweşiya. Malbata ji 4 kesan pêk dihat û ji hilweşanê rizgar bû li AFAD’ê geriya û daxwaza alîkariyê kir. Koma ku hate hawarê dîmek kişand û çû. Erol Kanat ê ku di xanî de kirêdar bû got: “Ez û hevjîna min nexweş in. Em ji her kesê daxwaza alîkariyê dikin.”
 
Li ser bûyerê de rojek derbas bû û heta niha tu alîkarî negihîştine malbatê û hate diyarkirin malbat duh şev li derve mane.