CENTCOM, DAIŞ'iyan vediguhêzîna Iraqê

Parve bike:
ENQERE – Piştî berdana endamên DAIŞ'ê ji girtîgehên ku ji aliyê HTŞ û û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin li Rojavayê rastî êrşê hatin, CENTCOM'ê dest bi veguhestina endamên DAIŞ'ê bo Iraqê kir.
 
Piştî berdana endamên DAIŞ'ê ji girtîgehên ku ji aliyê HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin li Rojava rastî êrişê hatin, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dest bi veguhestina endamên DAIŞ'ê bo Iraqê kir. CENTCOM di postekê de li ser hesabê xwe yê medyaya sanal X'ê, diyar kir ku heta niha 150 endamên DAIŞ'ê bo navendên li Iraqê hatine veguhestin û ew plan dikin ku bi qasî 7 hezar endamên din jî veguhezînin.
 
Fermandarê CENTCOM'ê Amîral Brad Cooper der barê operasyonan de got: "Em bi hevkarên xwe yên herêmî re, di nav de hikûmeta Iraqê jî, ji nêz ve dixebitin û em bi dilsozî rola wan di têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê de teqdîr dikin. Misogerkirina veguhestina rêkûpêk û ewle ya girtiyên DAIŞ'ê ji bo pêşîgirtina li revînek ku dê rasterast gefê li ewlehiya DYA û herêmê bixwe, pir girîng e."