Ji bo meşa Pirsûsê bang
- Rojane
- |
- 21 Çile 2026 22:08
- |
RIHA -Platforma Saziyên Demokratîk li navenda bajêr û taxên gundewarî yên Pirsûsê derî bi derî geriya û welatiyan vexwend ku tevlî meşa ku wê li dar bixe kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li navçeya Pirsûsê li dijî êrişên li ser Rojavayê, bi dirûşmeya "Êrîş û komkujiyên li Rojavayê bi dawî bikin" banga meşê kir. Endamên Platformê tevahiya rojê serdana gundan kirin û êvarê jî li navenda bajêr geriyan û ji welatiyan xwestin ku tevlî meşê bibin.
Piştî bangan, girse meşiya û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Rêber Apo" berz kirin.