DAD’ê bi çeraxan êrişên Helebê protesto kir

Parve bike:

DÊRSIM - DAD'ê êrişên HTŞ’ê û yên komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Helebê bi çeraxan protesto kir. DAD’ê ji bo têkoşîna li dijî êrişan bangî Elewî û hemû kesê kir.

 
Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê bi pêxistina çeraxan ve protesto kir. Di çalakiya ku li Gola Çetû bi dirûşma “em canên xwe yên hatine qetilkirin bibîr tînin û li dijî tariyê çeraxan pê dixin” de Rêvebira Navenda Giştî ya DAD’ê Hulya Bozkurt axivî. Hulya Bozkurtê ev tişt got: “Li Sûriyeya ku erdnîgariya qedîm a pêkvejiyanê ye Kurd, Elewî, Erebên Sunî yên alîgirên Sûriyeya demokratîk in, Êzidî û Xristiyan dinin hedef. Piştî rejîma Baasê selefî bi destê hêzên herêmê û kurewî bûn desthilat; li dijî Elewî, Xristiyan û Durzan qetlîaman pêk tînin û gelê Kurd carekî din bi gefa qirkirinê re rû bi rû mane.”
 
‘EM ZILMÊ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Hulya Bozkurtê diyar kir ku modela ku li Rojava hatiye avakirin ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê ji bo hemû gelên herêmê hêvî ye û wiha pê de çû: “Pêşeroj û hêviya gelan divê nebe bazara qirêj. Em wek gelên Elewî vê zilmê red dikin û şarmezar dikin.”
 
Daxuyanî bi pêxistina çerax û belavkirina luqmeyan ve bi dawî bû.