NADA: Bêdengî hevkarî ye
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevgirtina NADA’yê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî şerm e û got: "Bêdengî hevkarî ye."
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, di rojên dawî de piştî dorpêça giran, rastî êrişên dijwar hatin. Ev êrişên ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ve hatin kirin, bûn sedema qetilkirin û birîndarbûna gelek sivîlan û bêdengiya navneteweyî û nêzîkatiya hilbijartê yên medyayê bûn sedema bertekên mezin.
Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA), têkildarî êrişên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi mehan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirin û di 6’ê Çileyê de bi binpêkirina agirbest û sozên parastina kêmneteweyan bi çekên giran êrişî taxan kir. Komên çete ketin nav taxan, herêm wekî herêmeke leşkerî hat ragihandin, xalên ketin û derketinê hatin girtin, elektrîk û înternet hate qutkirin û piraniya wan Kurd bi hezaran malbat rastî birçîbûn û êşê hatin. Şahidan piştrast kir ku cenaze bi buldozeran hatine komkirin. Bi berçavgirtina komkujiyên berê re xetera jenosîdeke nû derket holê. Di 5 rojên pevçûnan de, jin û zarok jî di nav de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û yekane sûcên wan sivîlan nasnameya wan a neteweyî bû. Paşguhkirina vê yekê, bi qasî bombebaranê xeternak e."
'MEDYAYA KU RASTIYAN VENEGUHEZÎNE HEVKARÊ SÛC E'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin medyaya ku bi cudakariya li dijî kesên rastî êrişan hatin a li gorî nasnameyên wan û hinek êşan weşand û hinek jî veşart, dev ji veguheztina rastiyê berdaye û bû hevkarê sûcan. Di berdewamê de wiha hat gotin: "Em bêdengiya şermok a navneteweyî, tengaziya saziyên Neteweyên Yekbûyî û hevkariya hêzên mezin ên ku dirûşmeyên mafên mirovan berz dikin, şermezar dikin. Ev bêdengî ji bo berdewamiya sûcan tê wateya ronahiyek kesk a zelal e û peyamekî ku xwîna hinek kesan yên din kêmtir bi qîmet dibîne, hildigre.”
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Hevgirtina NADA’yê, da zanîn hedefgirtina sivîlan û qetilkirina girseyî sûcên li dijî mirovahiyê ne û bang kir: “Divê rêyên alîkariyê bên vekirin, birîndar bên rizgarkirin, mafên vegera ewle yan jî derketina gel bê mîsogerkirin, diyalog û danûstandin bên pejirandin, sivîl bên parastina, şandeyek navneteweyî ya serbixwe bê şandin û bi malbatên di bin dorpêçê de têkilî bê danîn.”
Di dawiya daxuyanî de bang hate kirin ku medyayê dev ji bêdengî û hilbijartina xwe berde û daxwaza hesabpirsîna qanûnî ya navneteweyî û bêceza nehiştina sûcdaran hate kirin. NADA’yê, da zanîn bêdengî û paşxistin hevkarî ye û banga hevgirtinê kir.