HSD: Mafê me yê parastina herêm û sivîlan heye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSDˊê destnîşan kir ku îdiayên "Wezareta Parastinê" ya Hikumeta Demkî bê bingeh in û mafê me yê rewa heye ku parastina herêm û sivîlan bikin.
 
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê hişyarî li ser parvekirina agahiyên şaş ji hêla ˋWezareta Parastinêˊ ya Hikumeta Demkî ve û kişandina herêmê ber bi rageşiyê ve da.
 
HSDˊê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: "Hêzên me daxuyaniyên berovajî yên ji ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta Şamê der barê rewşa meydanî ya li derdora Meskenê û Dêr Hafirê tên dayîn dişopînin. Em diyar dikin ku tu tevger an jî sewqiyetên leşkerî yên hêzên me li wan herêmên navborî nîn in û tevahî îdiayên hatine gotin bê bingeh in.
 
Lê di bingeh de tevgerên meydanî yên komên hikumeta Şamê bi xwe hene.
 
Dubarebûna van îdiayan ji hêlaˋWezareta Parastinêˊ hewldana derxistina nakokiyê û zemîna hincetên rageşiyê çêdikin. Em van aliyên li pişt van îdiayan berpirsiyariya tevahî rageşiyên gengez dibînin.
 
Em hişyariyê ji berdewama vê metoda tehrîdkirinê didin û diyar dikin ku em pabendî hilbijêra agirbestê ne û mafê me yê rewa heye ku parastina herêm û sivîlan bikin."