Ji sedan kesên li Şêxmeqsûdê hatine revandin agahî nayên girtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Destûr nayê dayin ku çapemenî û sivîl derbasî Taxa Şêxmeqsûdê bibin. Li gorî komîteya herêmî, 271 kes li taxê hatine revandin û tu agahî jê nayên girtin. 

 
Komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê, rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan bikevin taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Li gorî agahiyan, gelek kes li taxê hatine revandin.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên xwecihî ragihandin ku kesên hatine revandin birine cihên nediyar û ev yek jî bûye sedema alozî û fikaran. Komîteyên xwecihî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku zêdetirî 271 kes winda ne.
 
Çavkaniyên xwecihî destnîşan kir ku komên paramîlîter bi sedan şêniyên taxên ku di rojên borî de bi rojan rastî bombebarana sîstematîk hatibûn girtin. Jin birin mizgeftan, mêr jî birin cihekî nediyar.
 
Duh, Heyva Sor a Kurd ragihand ku komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî 3 endamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandine.