Trump: Bi peymanê yan jî bi rêbazên cuda em ê Gronlandê bistînin
- Cîhan
- |
- 12 Çile 2026 15:00
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump, îdia kir ku heke ji bo Gronlandê nekevin nava hewldanê dê girav bikeve bin bandora Rûsya yan jî Çînê û got: “Bi lihevkirinê yan jî bi rêbazên cuda ê Gronlandê bistînin.”
Serokê DYA’yê Donald Trump, duh di balafira xwe ya Air Force One de pirsên rojnamegeran bersivand. Trump, careke din nêrîna xwe ya têkildarî Gronlandê dubare kir û got: “Bi peymanê yan jî bi rêbazekî din em ê Gronlandê bistînin.” Trump, bi domdarî ev îdiaye kir: “Heke em Gronlandê nestînin, dê Rûsya yan jî Çîn bistîne. Ez ê nehêlim ev yek bibe.”
Trump, îdia kir ku xebatên Rûsya û Çînê yên leşkerî yên li Qutba Bakur zêde bûne û ev der ji bo ewlehiya neteweyî ya DYA’yê girîng in. Trump, îdia kir ku Danîmarka têkildarî mijara Gronlandê vekirî ye.
Rayedarên Danîmarkayê û hin şirîkên Ewropî bertek nîşanî daxuyaniyên Trump dan.