STENBOL - Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re peyameke bidîmen şand û got ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye.
“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya DEM Partî li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê li dar dixe didome. Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî peyameke bidîmen ji konferansê re şand.
Peyama Şirîn Ebadiyê wiha ye:
“Ji her kesên ku çek danîne û pênûs hilbijartine re hezkirinên xwe dişînim. Ji ber ku ne di nava we de me, xemgîn im. Dîroka Tirkiyeyê, dîroka 30 salên dawî ya Kurdên li vî welatî îsbat kir ku şer çareserî nîne. Şer bi tenê windahiya mirovan li pey xwe dihêle û berdêla wê jî gel dide; bêyî ku kes sûdê jê werbigire. Lê belê avakirina partiyeke siyasî û têkoşîna bi rêya partiyên rêxistinbûyî, nêzîkatiya bi nivîs û gotinê wê tekez encamên hîn baştir bi xwe re bîne. Û hêvîdar im ku Abdullah Ocalan ê ku ev guherîna mezin da destpêkirin, di dema herî kurt de li nava piştevanên xwe vegere, muzakereyên dîplomatîk bimeşîne û rêya ber bi demokrasiyê hîn hêsan bibe.
TIKRIYE DIVÊ BIBE MÎNAK
Tirkiye bi cihêrengiya xwe welatekî dewlemend e û êdî divê dawî li pirsgirêkên xwe yên navxweyî bîne. Û demokrasiyeke hîn bilind hilbijêre. Û Îran jî di nav de ji welatên din ên li herêmê re bibe mînak. Mixabin em dibînin bê Komara Îslamê ya Îranê bi rengekî çawa xirab nêzî Kurdên li Îranê dibe. Di asteke welê de ye ku li Komara Îslamê ya Îranê Kurdbûyîn weke gunehekî mezin ji aliyê hikumetê ve tê dîtin. Hikûmet her tim bi gumanbarî li wan dinêre. Lewma başbûna rewşa Kurdên li Tirkiyeyê wê bandoreke erênî li mercên Kurdên li Îranê jî bike. Hêvîdar im ku hikûmeta Îranê jî wê hîn bibe ku hurmetê nîşanî her kesên li Îranê bide. Ji bo avabûna demokrasiyê ya ji Kurdên li Tirkiyeyê û ji pêvajoya avabûna partiyên siyasî re serketinê dixwazim.
HÛN DÊ BI SER KEVIN
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ez careke din bang dikim. Ger ji bo serxistina armancê çek li aliyekî hatiye danîn û qala rêyeke cuda tê kirin, wê demê azadiya Abdullah Ocalan û serketina muzakereyên yekser ên navbera herdu aliyan mercên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Û zanim ku hûn ê vê bi ser bixînin. Piştî têkoşîna bi salan hûn li dora maseya muzakereyê rûniştine û li ser aştiyê û mijarên lihevkirinê diaxivin. Bêguman hûn ê bi ser bikevin. Ji bo Kurdên li Tirkiyeyê azadî û serketinê, ji bo Kurdên li Îranê jî mercên hîn baştir dixwazim.”
