ENQERE - Rûniştina duyemîn a Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku ji hêla DEM Partiyê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Parêzerê marksîst, Civaknas û Fîlozof John Holloway ku ji Meksîkayê beşdarî konferansê bû, got: “Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Rûniştina duyemîn a a konferansê dest pê kir.
Rûniştina duyemîn, bi xwendina peyamê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê dest pê kir. Piştre jî bi sernavê “Perspektîfên azadî, aştî û pêşerojê” pêşkeşî hate kirin. Parastvana mafên mirovan Eren Keskînê moderatoriya rûniştinê kir.
'GELO EM TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE DIKIN?’
Eren Keskînê, got: “Kurd bi erde ve hatin kaşkirin, rûviyên wan rijiyan erdê. Hevalên me hatin kuştin, girtin, bi hezaran kes hatin windakirin, nehatin dîtin. Tevî ewqas êş û janê jî pêkanîna aştiyê kelecanê dide Kurdan. Ev konferans ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Gelo ji bo vê pêvajoyê em tişta dikeve ser milê xwe dikin? Divê em hinek li ser ve nîqaş bikin. Ji bo civakîbûna aştiyê em çi dikin? Ji bo min xala herî girîng di vê pêvajoyê de pêkanîna aştiya navxweyî ya Kurdan e.”
KURDÊN HATINE SIRGÛNKIRIN
Endama Meclisa Gel a Qazaxistanê Nadir Nadirova jî bi sernavê, “Kurdên Sovyeta Berê û Bawatebûna Sînoran” gotarek pêşkêş kir û got: “Dembaş hevalên hêja. Berî her tiştî amadekirina civînek wiha xweş şanaz im. Hewcedariya Kurdan bi aştiyê û demokrasiyê heye. Destxweşiyê li DEM Partiyê dikim. Bav û kalên me ji Serhedê ne. Di dema raperîna Şêx Seîd şûnve derbasî hêla Ermenistanê bûn. Dilê me her tim li Kurdistanê-Serhedê bû. Bav û kalên me Ermenistanê jî nehatin îdarekirin, wan ji wir jî sirgûnê Asyaya Navîn kirin.
Piştî salên 1955’î Erîwan-Ermenistan dibe navenda karûbarên Kurdan. Qazaxistan cihê miletan e. Gelek milet bi mafên xwe li Qazaxistanê dijîn. Kurdên me li Qazaxistanê nas kirin. Her kes heqê xwe heye. Her çiqas mafên me hebin jî, me her tim bi hesreta welat jiyana xwe derbas kir. Ez hêvîdarim ev proseya aştiyê deriyên nû ji bo hemû Kurdên cîhanê veke.”
Parêzerê marksîst, Civaknas û Fîlozof John Holloway ku ji Meksîkayê beşdarî konferansê bû, bi sernavê “Ronahiyek ku di nav tariyê de dibiriqe” pêşkêş kir.
‘ŞEWQ Û RONAHIYA OCALAN MIN ANÎ VIR’
John Holloway, wiha axivî: “Spasiya we hemûyan dikim. Herhal ez ê ji her kesî bêtir hatime vir. Ji 11 hezar kîlometre dûr hatime vir. Çima ji cihekî ewqas dûr hatim? Tiştekî min kişand vir. Ronahiyek li vir hebû. Tiştek çirûsk dida. Vê çirûskê şewqek mezin dida. Şewqa wê gihîşt ronahiyê. Ev jî ronahiya Ocalan û Kurdan e. Ronahiyek ku di tariya cîhanê de şewq dida, dewletek Tirk kesekî di tecrîdê de digire. 25 sal in kesekî di tecrîdê de digire. Li ser Ocalan û girtiyan şermek mezin heye. Neheqiyek li ser wan tê kirin. Cîhana zilmkar jî li vê şermê temaşe dike.
Kuştin li Xezeyê tê kirin, cîhan li vê şermê jî temaşe dike. Em bi destê xwe talûkeya xwe pêk tînin. Cîhana îro reş e, tarî ye. Divê meriv ji şewqa vir sûdê werbigire û bi coş e. Du şewq û ronahiya girîng hene. Yek azadiya tevgera Kurdan e. Ya din jî tevgera Zapatîsta ya li Meksîka ye. Têkoşîna me rizgariya ji komkujiyan e. Beriya ku cîhan dawiya me bîne, em dixwazin cihana xwe biafirînin. Lewma her du tevger girîng in. Her du tevger jî tevgerên dijdewlet, antîkapîtalîst in, li dijî baviksalariyê ne. Her du tevger jî komunal in. Komun aştiyê ava dike, komun divê li ser avakirina civakî were avakirin. Ocalan di paradîgmaya xwe de mafdar e.
Her du tevger jî li dijî mêtingeriyê têdikoşin. Em têkiliyek aştiyane bi xwezayê re deynin. Ev her du tevger jî ne netewperest in, li dijî vê tevdigerin. Ev ronahî kir ku bi hezaran kîlometre ji cihekî dûr werim vir. Min mirovên pirr hêja nas kir. Me duh nameyek ji Ocalan girt.
JI BO HEZKIRIN Û AZADIYA OCALAN HATIM
Tiştên der heqê Ocalan û Rojava de xwendine û bihîstine, ronahî ne. Ji bo me cihekî pir taybet ê tevgera Kurd heye, ronahî û şewqek mezin dide me. Ev ronahiya rûmetê ye. Ronahiya hêrsa li dijî tariyê ye. Rica dikim vî tiştî ji bîra nekin ku hûn bêqisûr in, hûn gelekî taybet in. Tevahiya cîhanê çavê wan li we ye. Ez ji bo hezkirin û piştgirî û azadiya Ocalan hatim vir. Ji bo pêvajoya aştiyê spasiya birêz Ocalan û we dikim.”
‘AZADIYA OCALAN DÊ RÊ LI BER GELEK TIŞTAN VEKE’
Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Îtalyayê Laura Boldrini bi sernavê “Nêrîn û têgihiştina Ewropayê ya li ser pirsgirêka Kurd” gotarek pêşkêş kir û got: “Ez pir kêfxweşim ku li vir im. Hûn parêzvaniya mafên mirovan a gerdûnî dikin, hûn azadiya jinan diparêzin, hûn li dijî milîtarîzmê ne. Ev yek îlhamê didin xebatên min ên siyasî. Divê Abdullah Ocalan azad bibe û di vir de wêrekî bê nîşandan. Rêzdar Ocalan dê temsîliyeta Kurdan dike. Bivê nevê divê rêzdar Ocalan û hemû girtiyên azadiyê werin berdan. Serbestberdana Abdullah Ocalan dê rê li ber gelek tiştan veke. Selahattîn Demîrtaş jî hê di girtîgehê de ye. DMME’yê biryara berdana wî da, jixwe berdana wî êdî mecbûrî ye. Girtina Demîrtaş ji ber xebatên wî yên siyasî ye. Ev cihê şermê ye. Divê ev yek bi dawî bibe. Divê qada navneteweyî li ber vê şermê bêdeng nemînin û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê bike.”
‘RÊBER OCALAN RONAHÎ YE’
Edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul jî bi sernavê, “Manîfestoya Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û bi berfirehî bal kişand ser manîfetoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ê çawa fikr û ramanên serok Abdullah Ocalan çawa di 20 deqîqeyan de vebêjin. Belê rast e, paradîgmaya Ocalan ronahiyê dide mirov. Ez û rêber Ocalan 50 rojan li Romayê di malekê de man. Heke Abdullah Ocalan ne serok bûya, min nikaribû 24 saetan li wê malê bijiyama. Min ji hevrê John bihîst ku ew şewq û ronahî rêber Ocalan e. Rêber Abdullah Ocalan ronahiya ji dîrokê tê ye. Ji nav dîrokê diaxive.”
