STENBOL - Wekîlê berê yê Hindî Aneel Prasad Hegde ku beşdarî “Konferana Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” bû, diyar kir ku rêgezên Abdullah Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bînin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Konferans, di roja duyemîn de ye. Gelek kesên bi xebatên xwe yên li qadê, bi hewldanên xwe yên aştiyê di qada navneteweyî de tên naskirin tev li konferansê bûne. Yek ji van beşdaran jî Wekîlê berê yê Partiya Janata Dal (Yekbûyî) a Hindistanê Aneel Prasad Hegde ye. Hegde, ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên cur bi cur li dar xist. Di 13’ê Kanûna 2023’yan de li Parlamentoya Hindistanê bal kişand ser şert û mercên tecrîdê ya Abdullah Ocalan û xwest welatê wî mudaxileyî Tirkiyeyê bike û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.
Hegde, di 15’ê Sibata 2024’an de jî li Parka Jantar Mantar a li nêzî Parlamentoya Hindistanê ku çalakiyên aştiyane lê tên kirin, çalakiya li dar xist. Di çalakiyê de bal kişand ser rewşa tecrîdê ya Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî kir. Hegde, di 9’ê Cotmeha 2025’an de jî nameya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (YNK) gihand lîderî olî yê herî payebilind ê Budîzma Tîbetê Dalaî Lama û jê xwest ku ji bo silametiya Abdullah Ocalan duayan bike.
Hegde, têkildarî konferansê ji ajansa me re axivî û got: “Abdullah Ocalan, Mandelayê Rojhilata Navîn e û ji kêliya ewil min bihîstî heta niha eleqeyeke min ji bo wî heye. Têkildarî paradîgmaya wî min çendek nivîs xwendin. Ez der heqê Ocalan de çiqas bixwînim, ewqas bêhtir îlhamê digirim. Ji ber ku behsa neteweyekî bêyî dewletê dike û li gorî min ji bo hemû cîhanê ev çareseriya mayinde ye.”
'RÊGEZÊN OCALAN DÊ AŞTIYÊ BÎNIN CÎHANÊ’
Bi domdarî Hegde got “Ez jî bûm parçeyekî konferansê û ev ji bo min cihê şanaziyê ye.” Hegde, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a di konferansê de hate xwendin û ev tişt anî ziman: “Rêgezên Ocalan dê bi xwe re ji bo hemû dinyayê aştiyê bîne. Ya herî girîng, behsa rakirina netewe-dewletê dike. Netewe-dewlet, ji patrîarkayan, ji tevahiya kapîtalîzmê, ji hilweşînên hawîrdorî, ji her tiştekî berpirsyar in. Û van tevekan jî di peyama Ocalan de cih digirt.”
'EM Ê JI BO AŞTIYA CÎHANÊ BIXEBITIN’
Hegde, hêvî kir ku di demên pêş de di navbera Ocalan û hikûmet ê de bêhtir hevdîtin bên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Mirov diçin serdana wî û hazir jî hatime vê derê, dixwazim biçim her cihê bikarim biçimê, biçim serdana parêzerên wî. Di rojên pêş de ez ê bi van mirovan re, bi we re di nava pêwendiyan de bim. Em ê peyama Ocalan bi cîhanê re parve bikin û ji bo aştiyê bixebitin.”
MA / Hîvda Çelebî - Bêrîvan Altan
