DÊRSIM - Jinên ku der barê tora fihûşê ya li Dêrsimê hat aşkerakirin axivîn, anîn ziman ku ev encama polîtîkayeke bi zanebûn e û banga têkoşînê kirin.
Li Dêrsimê, piştî ku jina bi navê B.T. der barê gelek kesan de ku di nav wan de wezîfedarên cemaweriyê jî hene li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir, bertekên li dijî çeteya fihûşê ya derket holê didomin. Têkildarî bûyeran li bajêr ji aliyê jinan ve meşeke girseyî hat lidarxistin û jinên ku ji ajansa me ra axivîn dan zanîn ku divê li dijî vê rewşê têkoşîn bê kirin.
Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Dêrsim Yenîgunê Serpîl Berkê, diyar kir ku li dijî tiryak û fihûşa ku li ser jinan zêde dibe, ji bilî birêxistinbûn û têkoşînê şanseke wan a din tune ye. Serpîl Berkê anî ziman ku îdiayên derketine holê ji bo wan ne nû ne, bi salan e li bajêr îdiayên wiha tên axaftin û ev tişt got: “Îfadeya B.T.ê daye ji bo me jinan di hukmê delîlê de ye. Jin ditirsiyan, nedipeyivîn. Ji ber vê zêde dernediket holê. Me daxuyaniyên xwe yên têkildarî Cem Tekînoglûyê ku navê wî di îfadeyê de derbas dibe bi bîr xist. Têkildarî wî îdiayên tacîzê hebûn. Di vê demê de me bang kir û li dijî vê yekê daxuyanî û meş li dar xistin, lê mixabin encamek nehat girtin. Dema em hem ji aliyê herêmê û hem jî ji tevahiya Tirkiyeyê ve lê dinêrin, sedemên polîtîk ên tiştên em di vê pêvajoyê de dijîn hene.”
Serpîl Berkê diyar kir ku nebûna mekanîzmayên ku jinan biparêzin rê li ber van rewşan vedike û wiha pêde çû: “Herî dawî me di îfadeya derket holê de dît. Jin ji hevjinê xwe vediqete, li vî bajarî stargehek tune ye. Mekanîzmayeke ewle ya ku jin biçe derdê xwe bibêje tune ye. Li hemberî dîtina kar û cihê mayînê teklîfa têkiliyê li vê jinê tê kirin. Ev jin bi van şertan neçarî vê çiravê dibe. Îro ji Peymana Stenbolê ku yek ji qanûnên parastina jinan e û qanûna hejmar 6284 nayê pêkanîn. Nebûna mekanîzmayên ku jinan hem ji tundiyê û hem jî ji tacîzê biparêzin dibe sedema vê pirsgirêkê.”
Serpîl Berkê destnîşan kir ku rêya derketina ji vir têkoşîn e û got: “Em ne mecbûrî vê ferzkirinê ne. Tenê ewlehiya me têkoşîna me ye. Di vê têkoşînê de hem dikeve ser milê me jinan hem jî dikeve ser milê hêzên ked û demokrasiyê. Heta ku em baskekî têkoşîna civakî neafirînin, pirsgirêkên wekî tirs, zext, fihûş û çetebûn wê li pêşiya me bisekinin.”
DIVÊ ÇARESERÎ BÊ AFIRANDIN
Ayten Gulerê diyar kir ku sedemên aborî dibin sedema neçariya jinan a nava tora şebekeyên wiha û astengkirina vê yekê wezîfeya her kesî ye. Ayten Gulerê banga hestiyartirbûna di vê mijarê de kir got: “Ji bo ku jin nekevin tora çeteyên wiha divê her kes çi ji destê wî tê bike.”
Songul Yalçinê jî got ku çeteya fihûşê ya li Dêrsimê hatiye îfşakirin nîşaneya polîtîkayeke bi zanebûn e û wiha axivî: “Tiştên li vir tên kirin bêguman berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e. Armanc ew e ku Dêrsimê ji nasnameya wê ya siyasî dûr bixin. Pêkhatina van tiştan li erdnîgariya ku jin lê pêşeng in, nîşaneya destekî duyemîn e. Ev wiha dewam nake, em ê destûrê nedin vê yekê.”
Husniye Keteyê rave kir ku ji bo li bajarê wan careke din rewşên wiha neyqewimin heke pêwîst bike divê şev û roj xebat bên kirin û ev tişt got: “Em naxwazin li bajarê me tiştên wiha biqewimin. Ev tiştên qewimîn em hemû xemgîn kirin. Heyfa zarokên me, ciwanên me. Dêrsim rûmet e, divê em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ne tenê îro, heta ku encam bê girtin divê em her roj vê têkoşînê bidomînin. Di nava yekitî û hevgirtinê de em li dijî vê yekê têkobikoşin. Jin divê di civakê de ne tenê bin, divê bi hev re tevbigerin.”
MA / Şîlan Şîrvan Çîl
