Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû

  • jin
  • 09:02 9 Cotmeh 2025
  • |

STENBOL - Dayikên Aştiyê ku di 9'ê Cotmehê de şahidê pêvajoya derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bûn, diyar kirin ku pêvajoya komployê ji bo wan "rojek reş" ye.

 
Bîst û heft sal di ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê (9'ê Cotmeha 1998'an) derbas bûn. Piştî derketina ji Sûriyeyê, Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de, di operasyoneke hevbeş a rêxistinên îstîxbaratê yên navneteweyî de ji Balafirgeha Nairobiyê ya Kenyayê hat revandin. Di 16'ê Sibatê de, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji dema ew anîne Tirkiyeyê ve li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin.
 
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku piştî şewitandina gundên wan di salên 1990'î de neçar man ku koçî Stenbolê bikin û di dema şer de xizmên xwe winda kirine, pêvajoya komployê ya ku ew bûn şahidê wê, vegotin.
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaşê diyar kir ku piştî ku di sala 1994'an de gundê wan ê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê hatiye şewitandin, ew koçî Stenbolê kirine û got: "Dema ku em li Stenbolê bûn, me xebera radestkirina Rêber (Ocalan) ji Tirkiyeyê bihîst. Em sê roj û sê şevan ji malên xwe derneketin. Me êşeke mezin kişand. Li kolanên Stenbolê xwepêşandan hebûn. Xesûya min sê rojan tiştek nexwar. Em îro vê êşê dikişînin."
 
Feleknaz Karabaşê destnîşan kir ku tevî hemû tiştên qewimîne jî, çareseriya pirsgirêka kurd û aştî hîn jî tê nîqaşkirin û got: "Divê em hemû ji bo vê aştiyê destê xwe dirêj bikin. Ji ber ku aştî rûmeteke mezin e. Îro Rêbertî bûye pêşengê aştiyê. Divê yên ku ji bo aştiyê diaxivin jî destê xwe dirêj bikin û gavekê biavêjin. Ev berxwedan bi mirin an girtinê bi dawî nabe. Me du sê zarokên xwe winda kirin, lê em dîsa jî dibêjin 'aştî'."
 
'ROJEKE GIRAN BÛ'
 
Dayika Aştiyê Sebîha Bozanê parve kir ku wan pêvajoya komploya navneteweyî bi rêya nûçeyên Med TV'yê şopandiye. Sebîha Bozanê diyar kir ku piştî ku di 9'ê Cotmehê de nûçeya ku ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin belav bûye, ew çûye HADEP'ê. Sebîha Bozanê destnîşan kir ku her kesê ku ev nûçe bihîstiye hatiye û atmosferek şînê serdest bûye û got: "Piştre, ez dîsa hatim malê û ji mal dernektim. Paşê, me hîn bû ku Rêbertî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Me dizanibû ku Tirkiye ewqas ne bihêz e. Me fêm kir ku ew bi komployeke navneteweyî hatiye radestkirin. Wê demê, Ecevît got 'Em jî fêm nakin ka çawa çêbûye.' Min nexwest şanesîna xwe vekim û mirovan bibînim. Hin kesan digot, 'Rêberê we hatiye girtin, her tişt qediya.' Rojek pir giran bû."
 
Sebîha Bozanê got: "Ew rojên tarî bûn, lê berxwedanê ev yek guherand. Rêbertî aştî û jiyana wekhev dixwest, heta di dema darizandinê de jî. Rêbertî digot 'Komara Demokratîk'. Ger ew bêdeng bimana, wê Rêbertî bikuştana. Em dayik her sal di wê roja tarî de cilên reş li xwe dikin û rojî digirin."
 
Sebîha Bozanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Bahçelî got 'mafê hêviyê'. 'Mafê hêviyê' mafek e. Lêbelê, Erdogan hîn jî gavên qels diavêje. Em bang li Serokkomar dikin: Divê kes ji aştiyê netirse. Divê kurd û tirk wekhev û azad bijîn. Ji vê yekê kes zirarê nabîne. Ez hêvî dikim ku dewlet demildest tedbîran bigire. Wekî din, li meclisê komîsyonek hatiye damezrandin. Ger serokatî neyê û li meclisê di komîsyonê de neaxive, ev mesele çareser nabe. Divê ew vê pêvajoyê dirêj nekin."
 
‘EM Ê AŞTIYÊ JÎ Û RÊBERTÎ JÎ BIBÎNIN'
 
Dayika Aştiyê Fatma Yilmazê diyar kir ku ew bûyeran ji televîzyonê hîn bûne û matmayî mane û got ku 9'ê Cotmehê ji bo wan "rojek tarî" ye û ji ber vê yekê wan reş girêdaye û rojî girtin. Fatma Yilmazê anî ziman ku berxwedanê encam daye û got: "Em li her derê bin, em li pişta Rêberê xwe ne. Me bedelên giran dane. Xizmekî me neh salan di girtîgehê de ma û pismamê min jî şehîd bû. Em li pişta vê têkoşînê û Rêberê xwe ne. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Parlamenterên me çûn û Rêbertî dîtin û bersiv û peyameke erênî anîn. Bi îzna Xwedê em ê hem aştiyê û hem jî Rêbertî bibînin."
 
‘ME DIGOT QEY JIYAN QEDIYAYE'
 
Dayika Aştiyê Guler Bûgday ku ji navçeya Licê ya Amed koçî Stenbolê kiriye, got: "Wê rojê, cîhan li ber çavên me tarî bû. Di danê sibê de, me dîlgirtina Rêbertî û wêneyê wî yê di balafirê de dît." Guler Bûgdayê got: "Ew pêvajoyeke pir dijwar bû. Ji bilî vê, em li derveyî welêt bûn. Nêzîkî hefteyekê, me li çokên xwe xistin û meraq dikir ka dê çi bibe. Mirovan li gelek deveran xwe şewitandin. Em difikirîn ku jiyan qediyaye. Em bi saya berxwedana Rêbertî ji wê roja tarî xilas bûn. Rêbertî di bin şert û mercên tecrîdê de pêşeng bû. Rêbertî berdewam israra xwe ya li ser aştî, mirovahî û wekheviyê didomîne. Em baweriya xwe pê tînin. Kurd tunebûn, bi saya wî û bedêlên giran, cîhan niha kurdan nas dike. Rêbertî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû beşên bindest ên cîhanê aştî û wekheviyê dixwaze. Em jî aştiyê dixwazin. Em ê heta dawiyê li pişt Rêbertî bin." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome
18:40 Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû
18:25 Komîsyon dê bi rojeva ‘serdana Abdullah Ocalan’ bicive
17:46 Demîrtaş spasiya Bahçelî û Ozel kir