Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin 2025-11-08 13:37:28   NAVENDA NÛÇEYAN -Dermankirina Zeneb Celaliyanê tê astengkirin û tê gotin ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e.   Roj bi roj binpêkirinên mafên mirov ên rejîma Îranê yên li dijî jinên kurd zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e jî, heta niha rê nehatiye dayîn ku were dermankirin. Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyanê  nebaşe û metirsî li ser jiyana wê heye.   Hat gotin ku piştî 24 saetên emeliyatê, bê ku tedawiya Celaliyan dawî bibe wê birine girtîgehê. Li gorî heman çavkaniyê ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, nebûna xurek û bê dermaniyê, rewşa Zeyneb Celaliyanê ya tenduristiyê nebaş e.   Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşanê hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa "Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda" cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê veguherand hetahetayî.