Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin 2025-11-06 09:01:59 STENBOL - Endama PM’ê ya Partiya Şoreşger Mediha Yuksel, anî ziman ku divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin û got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan azad bibe û karibe di mercên guncav de bixebite.” Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat destpêkirin, bi biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a 26’ê Cotmehê ku gotin dê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişînin, derbasî qonaxeke nû bû. Gelek derdorên civakê bang li desthilat û dewletê dikin ku gavên şênber biavêjin.   Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Şoreşger Mediha Yuksel, nêzîkatiya partiya xwe ya derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxand. Mediha Yuksel destnîşan kir ku ew wekî Partiya Şoreşger li pirsgirêka Kurd wekî “pirsgirêkeke neteweyî” dinirxînin û ev tişt got: “Em li gorî nêrîneke Marksîst û Lenînîst, di çarçoveya mafê çarenûsa neteweyan de nêzî mijarê dibin. Nêzîkatiya Marks û Lenîn a li ser pirsgirêka neteweyî ji bo me sosyalîstan perspektîfek esasî ye. Rêgeza Lenîn a mafê çarenûsa neteweyan ne tenê daxwazeke destûra bingehîn e, di heman demê de mafê hevjiyanê ya bindestan, mafê veqetînê, xweserî, federasyon, eyalet û hwd. jî di nav de, bi awayekî bê şert û merc mafê diyarkirina paşeroja xwe ya siyasî ye. Em jî li gorî vê yekê nêzîk dibin. Berpirsyariya sosyalîstan di meseleya Kurd de ev e ku vê çarenûsî bi têkoşîneke rêxistinkirî biguherînin. ”   ‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’   Mediha Yukselê destnîşan kir ku muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd, gelê Kurd û tevgera Kurd e û wiha pê de çû: “Muxatabê çareseriyê gelê Kurd, Kurd bi xwe ne. Dema em pirsgirêkekê bibînin, em tenê rexne û pêşniyarên xwe yên dostane û hevaltiyê dikin. Em wekî kevneşopî jî, ji sala 1976’an ve azadiya gelê Kurd diparêzin. Çawa wê rojê, beriya ku şer derkeve, me têkoşîn û azadiya gelê Kurd diparast, îro jî em xwedî heman helwestî ne. Biryara aştiyê, biryara gelê Kurd û tevgera Kurd e. Em vê biryarê nas dikin. Çawa ku me biryara şer nas kir, em ê vê biryara wan jî nas bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi hev re têbikoşin.”   ‘GAVNEAVÊTINA DEWLETÊ PÊVAJOYÊ DIRÊJ DIKE’   Mediha Yukselê rave kir ku tevgera Kurd gavên girîng avêtine û “mafê pêvajoyê” daye, lêbelê dewletê gav neavêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hîn jî didome. Girtiyên nexweş nehatine berdan, verastkirina înfazê nayê kirin, qeyûm didome. Vekişîna PKK’ê ji Tirkiyeyê, ji bo berdewamkirina muzakereyên li ser masê, pêkanîna berpirsyariya ku dikeve ser milê wê ye. Hîn operasyon didomin, astengkirina bihêzbûna çîna karker didome, êrişên li ser tevgera ciwanan, êrişên li ser hemû destkeftiyên ji bo rizgariya jinan, di pêvajoyeke ku tew partiyên burjuvayî jî tê de rastî êrîşan tên, di pêvajoyeke ku kêmtirîn demokrasî jî tê de tune ye de, gelek gavên ku dewlet biavêje hene. Zimanê dayikê, qeyûm, girtiyên nexweş, divê ev mesele bên çareserkirin. Lêbelê israra neavêtina gavan didome û ev jî dibe sedema dirêjbûna pêvajoyê.”   ‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’   Mediha Yuksel diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û divê “mafê hêviyê” bê bicihanîn û bi domdarî wiha got: “Mafê hêviyê ne tenê ji bo rêzdar Abdullah Ocalan e, dê gelek girtî jê sûd werbigirin. Di vê çarçoveyê de divê ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û karibe di mercên guncaw de bixebite.”    TEMÎNATA DESTÛRA BINGEHÎN   Mediha Yukselê bal kişand ser girîngiya verastkirina destûra bingehîn di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got: “Ji ber ku ewlehiyeke hiqûqî tune bû, koma gerîlayan a di sala 2013’yan de ji Xabûrê hat, rastî êrişeke hiqûqa dijmin hat. Di encamê de, her çendî ji têkoşîna çekdarî vekişe jî, ev nayê wê wateyê ku têkoşîn bi dawî bûye. Ev tê wateya ku rêbaza têkoşînê wê nû bibe, wê mewziyeke nû çêbibe. Ji ber vê yekê, divê qanûnên derbasbûnê di bin temînata destûra bingehîn de bên girtin. Helbet, ka dewleta ku destûra bingehîn bicîh nayîne dê vê qanûnê bicîh bîne an na, wekî muammayekê dimîne. Lêbelê qanûnîkirina vê meseleyê jî, di nava xwe de, gavek e ku nîşan dide dewlet çiqas bi cidî nêzîk dibe. Ji ber ku piştî gavên vekişîna PKK’ê ji Tirkiyeyê jî, hîn jî gotina yek ziman, yek ol, yek nijad, yek milet xeta sor a kodên dewletê ye. Rewşa wê neguheriye.”   ‘BERPIRSIYAREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ TEVGERÊN SOSYALÎST’   Mediha Yuksel anî ziman ku divê têkoşîna jinan û çîna karker bi tevgera Kurd re têkoşîna hevpar bilind bikin û da zanîn ku divê qanûna entegrasyonê jî derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê çep û sosyalîstan. Li vir, xurtkirina dest têkoşîna gelê Kurd, girîng e. Divê destê dewletê an jî desthilatê di vê meseleyê de bê lawazkirin. Tenê bi vî awayî em dikarin bi ser bikevin. Ji ber ku diyalektîka me ya du welat, du şoreşan didome. Heta gelê Kurd azad nebe, çîna karker a Tirkiyeyê; heta çîna karker a Tirkiyeyê azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Ev tişt hevgirêdayî ne. Di vê çarçoveyê de xurtbûna yekî, ya din jî xurt dike. Ji ber vê yekê îro em ê li kêleka gelê Kurd ê ku biryara aştiyê daye bin û dengê têkoşîna demokratîk bilind bikin.”   MA / Omer Îbrahîmoglû