Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin 2025-11-02 15:52:28 ENQERE – Tayîp Temel ê DEM Partiyî diyar kir ku îktîdar pêşiya civakîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digire û got: “Îktîdar hewl dide CHP’ê li ser maseyê rake û ev jî pêşî li civakîbûna pêvajoyê digire.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” li dar dixe. Komxebat, di roja 2’yemîn de li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tev li komxebatê bûn. Komxebatê bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî dest pê kir.   ‘DIVÊ EM KOMARÊ BI DEMOKRASIYÊ TACÎDAR BIKIN’    Di serî de Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Onur Konuralp axivî û bi lêv kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got: “Lê di heman demê de çareseriya pirsgirêkên sed salan jî heye. Di vê pêvajoyê de yekitî û têkoşîna hevpar pir girîng e. Divê em li ser rêbazên ‘Em çawa dikarin bi hevre têbikoşin û piştgiriya hev bikin’ nîqaş bikin. Pêvajoyên aştiyê dijwarin. Lê ya girîng têkoşîna ji bo aştiyê ye. Em hevî dikin ew pêvajo piştî gihişt encamê ji bo me hemûyan wê baş bibe. Divê em komarê bi demokrasiyê tacîdar bikin.”   ‘EV PÊVAJO PÊVAJOYA HILWEŞANDINA TABUYAN E’      Piştre jî Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel axivî. Temel, anî ziman ku aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Birêz Ocalan ji 1993’yan vir ve dixwazê şer bide rawestandin. 32 sal in dixwaze vî şerî rawestîne. Lê tevî vê yekê çima şer ew qas didome? Pêkhatina aştiyê bi hilweşandina tabuyan dest pê dike. Ji ber wê jî pêşengiya hilweşandina tabuyan jî birêz Ocalan dike. Şoreşgerbûn û rêbertiya şoreşgeriyê jî hilweşandina tabuyan e. Ew pêvajo jî hilweşandina tabuyan e.”   ‘ÎKTÎDAR BI ÊRIŞÊN SER CHP’Ê DIXWAZE PÊŞÎ LI CIVAKÎBÛNA PÊVAJOYÊ BIGIRE’    Bi domdarî Temel biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ew, ne dev ji berdena têkoşînekê ye. Nirxandinên bi vî awayî şaş in. Ew pêvajo îmkanên mezin dide muxalefet û partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyê. Desthilat hertim dixwaze Tevgera Kurd tesfiye bike. Her tim dixwaze hêzên li dijî xwe tesfiye bike. Ew rastiyeke desthilatdariyê ye. Çima her tim ji bo CHP ji ser maseyê rabe û ji komîsyonê derbikeve operasyonan dike. Sedema wê jî ew e ku ew pêvajo civakî nebe. Ji ber ku dema ew pêvajo civakî bibe, dê AKP lawaz bibe. Ji ber wê jî dixwaze CHP ji ser maseyê rabe û bibêjin CHP’ê pêvajo xira kir. Armanca operasyonên li dijî CHP’ê jî ew e.”   ‘ARMANCA TEVGERA KURD DIXWAZE ZEMÎNA ŞER BI DAWÎ BIBE’     Di berdewamê de Temel anî ziman ku Tevgera Kurd û rêbertiya wê jî dixwaze zemîna şer bi dawî bibe û hebûna xwe û rêxistinbûyina xwe bi awayekî azad pêk bîne. Temel, wiha domand: “Dema ew pêk bê, dê demokratîkbûyin mezin bibe. Dê desthilat lewaz bibe. Xwedî derketina vê pêvajoyê, têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye. Divê em behtir bi hev re bin.”   ‘JI BO CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ DIVÊ MAFÊN NETEWÎ BÊN NASKIRIN’    Li ser navê EMEP’ê jî Levent Tuzel axivî û bi lêv kir ku ji bo pêvajo civakî bibe divê mafên neteweyî wekhev bin û got: “Di serî de divê mafê ziman û mafên neteweyî bên naskirin. Bi naskirina mafên neteweyî re pêvajo dikarê encam bigire. Em bi rêbazên nû dikarin komareke demokratik pêk bînin.”   ‘PÊDIVIYA ME BI YEKITIYÊ HEYE’    Li ser navê TOP’ê jî Julîana Gozen axivî û bi lêvkir ku pêdivî bi rê û rêbazên têkoşîneke nû heye û got: “Em di qrîzeke de ne. Antonio Gramsci dibêje, ‘Yên berê nikarin berdewam bikin lê ya nû jî nikare pêk bê’ divê em jî xwe ji nû ve ava bikin. Pêdiviya me bi yekitiyê heye. Bi têkoşîneke bi hev re heye.”   Li ser navê SMF’ê jî Mahîr Gurzu axivî û destnîşan kir ku hemû partiyên siyasî tevî polîtikayên xwe yên cuda jî divê mafê çîna karkeran û yekitiya karkeran biparêzin.   Serokê TÎP’ê Erkan Baş jî ji ber ku kongreya TÎP’ê hebû nekarî tev li bibe û ji komxebatê re peyam şand.   Komxebat dê di rûniştina 2’yan de bi axaftinên partiyên siyasî û sendîkayan domiya.