Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin 2025-10-31 12:10:01   WAN - Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay, bal kişand ser dîmenê ku helbestên nîjadperest bi zarokên Kurd didan xwendin û got ku di dibistanan de Tirkbûnê weke nasnameya serdest û zimanên din ên dayikê jî weke zimanê "bêqîmet" di bin hişê zarokan de bicih dikin.    Koleja TED’ê ya li Amedê, bi munasebeta Cejan Zimanê Tirkî bername li dar xist. Di bernameyê de fermana Karamanoglû Mehmet ku ji bilî Tirkî hemû zimanan qedexe dike, bi xwendekarekî dabûn xwendin. Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi zarokên Kurd, helbesta ku gotinên “Tirkî zimanê min ê dayikê ye; em Tirk in, em bi Tirkî diaxivin” tê de cih digirt bi zarokên Kurd dabûn xwendin. Di çalakiya “Dewlemendiyên Zimanê me” ya Wezareta Perwerdehiyê de jî gotinên Kaşgarlî Mahmût “Em Tirk in, em bi Tirkî diaxivin” û gotinên nivîskarên Tirkperest ên “Tirkiya min zimanê min ê dayikê ye” jî bi zarokên Kurdan dabûn xwendin. Bertekên li dijî van kiriyaran, ku diçe zêde dibin.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku mufredata perwerdehiyê li ser esasê Tirkperestiyê hatiye avakirin û divê bê guhertin. Atabay, destnîşan kir ku divê di perwerdehiyê de cih nedin polîtîkayên bişaftin û înkarê û got: “Ev demek dirêj e ji ber Tirkperestiyê tekparêziyê me mufredat û pergala perwerdehiyê rexne dikir. Ev helbest di nava pirtûkên perwerdehiyê de cih digirin. Di pirtûkên dersê yên pola 6’emîn de ye. Pirsgirêka herî mezin jî dîmenê ku di rûpela hesabê dîjîtal ê Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê ye ku bi nîzama leşkerî zarok li ser piya xistine rêzê. Dema em li pergala perwerdehiyê dinêrin gelek pirsgirêk tê de hene yek jê Tirkbûnê derdixe pêş û gelên din înkar dike, pergal li ser Sunnîtî û Henefîtiyê hatiye avakirin.”   ‘DIVÊ JI BO KURDÎ TEMÎNATA DESTÛRA BINGEHÎN HEBE’   Atabay, destnîşan kir ku ew bi salan e tînin ziman ku divê perwerde ya li ser esasê nîjadperestiyê û bişaftinê bê guhertin û perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê tenê Tirk najîn, her çendî zimanê fermî Tirkî be jî di destûra bingehîn de Tikperestî heye. Tirkperestî wek nasnameya serdest tê nîşandan û nasnameyên din tên înkarkirin. Em baş dizanin ku Tirkbûn ne têgeheke niştimanî ye lê nîjadî ye. Bi vî awayî nîjadên din jî tên înkarkirin. Di destûra bingehîn de divê ji bo Kurdî temînat hebe.”    STATÛ Û TEMÎNAT JI BO KURDÎ   Atabay, diyar kir ku wan li dijî vê bûyerê bertekên xwe nîşan dane û daxuyanî dane û piştî wê sendîkayekî nîşadpereset gaf li wan xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî daxuyaniya me saziyeke ku navê wê sendika ye û nîjadeperest e gef li me xwar û Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û gelek qanûnên din bi bîra me xist. Em baş dizanin ku vê hişmendiyê çi qetlîam kirine û kî înkar kirine. Dema rexne û gef dixwin vê ji bîr nekin. Egîtîm Senê tu carî li dijî vê hişmendiyê bi şûn ve gav neavêtiye. Ji vir û şûn de jî em ê li dijî vê hişmendiyê têbikoşin.”   ‘DIXWAZIN HIŞMENDIYA TEKPARÊZ AVA BIKIN’   Atabay, diyar kir ku dixwazin hişmendiya tekparêziyê ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî vê rewşê jî têdikoşin. A rast dixwazin di dibistanan de Tirkbûnê weke nasnameya serdest û zimanên din ên dayikê jî weke zimanê 'bêqîmet' di bin hişê zarokan de bicih dikin. Ev yek ji bo zarokan pirsgirêkek psîkolojîk e.”    ‘EM LI DIJÎ VÊ MUFREDATÊ TÊDIKOŞIN’   Atabay, rave kir ku divê qada perwerdehiyê civakî be ne îdeolojîk be û got: “Divê ji mudaxileyên derve re girtî be. Divê perwerde li ser esasê zanistî, sekuler, wekheviya zayendî û bêpere be. Dema pêşkêşî terîqet û cemaeta bê kirin an li gorî îdeolojiya xwe perwerde bikin wê demê dê di pêşeroja welat de jî pirsgirêkên mezin derkevin holê. Helwesta ciwanan li dijî vê yekê qels e; divê li dijî vê yekê têbikoşin.”     JI BO MALBATAN BANGA HESTIYARIYÊ   Atabay, destnîşan kir ku divê her kes li dijî cemaet û terîqetan helwest nîşan bidin û malbat li dijî çalakiyên derveyî dibistanê hestiyar bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dema terîqet an cemaetek bixwaze li dibistanê bername û çalakiyek li dar bixe divê destûrê ji malbatê bigire, heta destûra malbatê nebe nikare zarokan tev li çalakiyên derveyî dibistanê bike. Divê malbat li dijî vê yekê helwest nîşan bidin û nehêlin zarokên wan çalakiyên wiha bibin.”   MA / Ozlem Yacan