Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin 2025-10-31 11:18:25   QENDÎL - Ji gerîlayên HPG’ê Çeko Ayhan ku di koma gerîla ya vekişiyayîbû de cih digirt, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên zagonî yên gelê Kurd kir. Ayhan, got: “Em dixwazin li ser zemîneke azad siyaseta demokratîk bikin.”    Di 26’ê Cotmehê de, li Qendîlê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gaveke dîrokî hate avêtin. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi vekişandina gerîlayên HPG û YJA Starê ji Tirkiyeyê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve kirine. Her wiha 8 jê jin bi giştî 25 gerîlayên ji herêmên cuda vekişîbûn jî tev li daxuyaniya li Qendîlê bûn.    Gerîlayê HPG’ê Çeko Ayhan ku di nava koma vekişiyayî de cih digirt. Ayhan, di sala 2011’an de ji rojhilatê Kurdistanê tev li refên PKK’ê bûye, di sala 2020’ê de derbasî Agiriyê bû û li Gilîdaxê ji milê xwe birîndar bûye.   Me jî çîroka Çeko Ayhan mereq kir û li cihekî nêzî qada torenê me pê re hevpeyvîn kir. Li qadê, liv û tevgera balafirên bêmirov hebû. Ayhan, diyar kir ku ji ber qebûlnekirina hebûna gel Kurd tev li refên PKK’ê bûye.    Em sedema tevlibûna we ya refên PKK’ê mereq dikin. Çi bû sedem ku hûn tev li têkoşîna çekdarî bûn?    Li erdnîgariya Kurdistanê, li Rojhilata Navîn hebûna gelê Kurd nedihat qebûlkirin. Min jî wekî ciwanekî Kurd ev rewş qebûl nedikir. Ji ber ku weke Kurdekî min nedikarî bi zimanê xwe biaxivim ne jî perwerde bibim. An perwerdeya bi Farisî didan an jî bi Erebî. Lewma ji bo gihîştina armanca xwe, tekane rê PKK bû. Cihê ku mirov îradeya xwe tê de didît, PKK bû. Ji ber vê sedemê jî tev li PKK’ê bûm. Em tev li Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) bûn. Ji ber ku fikrên Rêber Apo, tevahiya Kurdistaniyan temsîl dike. Çiqasî bawerî hebin, tevek jî xwe di van fikran de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo tenê behsa Kurdan nake. Ji ber vê sedemê jî tev li tevgera azadiyê bûm.    Di çarçoveya pêvajoyê de gaveke nû ya dîrokî hate avêtin. Gelo tişta bi we ev gav daye avêtin çi bû?    Di vê pêvajoyê de bangên Rêber Apo çêbûn. Li Rojhilata Navîn geşedanên girîng rû dan. Rêber Apo jî di çarçoveya van geşedanan de hemleyeke mezin da destpêkirin. Hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn hemleyeke mezin da destpêkirin. Di esasê xwe de Rêber Apo, di salên 1990’î de dixwest pirsgirêka Kurd ne bi rêya çekan lê bi rêya siyasetê çareser bike. Lêbelê aliyê din xwe nedida ber vê. Derdorên rantxwir, ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe û şerê Kurd-Tirkan bidome, di dewrê de bûn. Rêber Apo, di sala 2025’an de jî ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîna siyasî çareser bike, zemîneke nû dît. Di 27’ê Sibatê de bi biryara fexiskirinê ya PKK’ê, bi berdana têkoşîna çekdarî re pêvajoyeke nû dest pê kir. Weke HPG’ê, me jî xwe ji cihên xetereya pevçûnê heye vekişand. Bi banga Rêber Apo re me dest bi vekişînê kir.    Di serdemeke ku operasyon didomin de hûn bi birîndarî vekişiyan. Gelo di vê pêvajoyê de tu pevçûn rû dan, hûn bi kîjan zehmetiyan rû bi rû man?    Heke banga Rêber Apo nebûya, dê vekişîn jî çênebûya. Dibe ku ez destê xwe jî winda bikim, dibe ku jiyana xwe jî ji dest bidim, ev ji bo min qet girîng nîne. Ji bo min tekane tişta girîng, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman êşê dikişînî, ji ber ku birîndarî. Lêbelê ev li pêşiya têkoşînê astengî nîne. Dilsoziya bi Rêber Apo re, vê astengiyê ji holê radike.    Heke banga Rêber Apo nebûya, dê vekişîn jî çênebûya. Di dema vekişînê de hinek zehmetî hebûn. Derdorên rantxwir ji bo valaderxistina pêvajoyê dixwestin pevçûnek rû bide.    Di dema vekişînê de hinek zehmetî hebûn. Operasyon didomiyan. Ji bo ku ev pêvajo neyê sabotekirin, ji bo têkoşîna Rêber Apo vala dernekeve, me jî hemû xetere dan ber çavan. Ji bo rîska pevçûnan çênebe, me her tişt da ber çavan. Hinek derdorên rantxwir û yên xwîna Kurdan dimijin, ji bo valaderxistina pêvajoyê dixwestin pevçûnek derkeve.    Di demên berê de jî pêvajoyên vekişînê çêbûn. Lêbelê bi ser neketin. Gelo tiştên vê pêvajoyê ji pêvajoyên din cuda dike çi ye?    Her cara bi Rêber Apo re hevdîtin hatin kirin hinek vekişîn çêbûn, hinek pêvajo dest pê kirin. Lêbelê ev pêvajo ji pêvajoyên din hinek cudatir bû. Em di vê pêvajoyê de pir bi îdia ne. Rêber Apo gelek bi îdia ye. Bi fexiskirina PKK’ê, bi bidawîkirina têkoşîna çekdarî û bi merasîma şewitandina çekan a bi pêşengtiya Besê Hozatê me nîşan da ku bê çiqasî amade ne. Di salên 1990’î de komên tesfiyekar hebûn. Hem di nava tevgerê de hem jî di nava dewletê de ji bo tesfiyekirina vê pêvajoyê yên ketin nava tevgerê hebûn.    Em ne aşiqê şer in. Em aştiyê dixwazin. Di serdemeke ku her kes xwe biçek dike û amadekariya şer dike de me got ‘Em naxwazin xwîna Kurd-Tirkan birije.’    Rêber Apo, dibêje ‘heke zemîna hiqûqî were avakirin ez dikarim têkoşîna çekdarî bi dawî bikim.’ Rêber Apo bi gotinên xwe re ye. Em jî li gorî gotinên Rêber Apo tevdigerin. Aliyekî girîng ê vê pêvajoyê jî ew e. Yê ku em Kurd gihandin vê astê, Rêber Apo ye. Lewma jî em dilsozên Rêber Apo ne.    Gavên me avêtin nîşan didin ka em di vê pêvajoyê de çiqasî xwedî îdia ne û bibiryar in. Nîşan dide ku em dixwazin şerê Kurd-Tirkan bi dawî bibe. Em şer naxwazin. Em ne aşiqên şer in. Em tenê xwe diparêzin. Heke kesek bi ser me de neyê em şer nakin. Me ev yek nîşan da. Weke tevgera azadiyê em ne aşiqên şer in. Em aştiyê dixwazin. Di serdemeke ku her kes xwe biçek dike û amadekariya şer dike de me got ‘em naxwazin li dijî dewletê şer bikin.’ Me got; ‘Em naxwazin xwîna Kurd-Tirkan birije.’    Di serî de Rojhilata Navîn, gelo raya giştî ya cîhanê vê gava we çawa binirxîne?    Hebûna gelê Kurd tune dihat hesibandin û me ev hebûn da qebûlkirin. Me heta niha têkoşîna çekdarî dimeşand. Em ê niha jî li ser zemîna hiqûqî têbikoşin.    Weke tevgera azadiyê me hebûna gelê Kurd da qebûlkirin. Di dema avakirina PKK’ê de bi tunebûnê rû bi rû bûn. Lê Kurd niha hemû li hemû dinyayê tên naskirin. Bi tena serê xwe ev jî mucîzeyek bû. Dewletê digot gelê Kurd xistiye gorê û tiştekî bi navê Kurd tune ye. Lê gelê Kurd îro bi ziman û çanda xwe tên naskirin. Me ev yek da qebûlkirin. Me hebûna gelê Kurd ku bi tunebûnê rû bi rû bû, da qebûlkirin. Hewceye ev bi vî awayî were dîtin. Me heta niha têkoşîna çekdarî dimeşand. Em ê vê têkoşînê niha jî li ser zemîna hiqûqî bimeşînin.    Weke gerîlayên vekîşîyayîn gelo daxwazên we yên sereke çi ne?    Heta Rêber Apo azad nebe em ê çi bikin? Azadiya Rêber Apo dê bike ku em jî bi awayekî azad siyasetê bikin.    Daxwaza me ya sereke, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heke ev nebe, dê tu wateyeke vê pêvajoyê nemîne. Ji ber ku em bi Rêber Apo re hene. Heke Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê gel jî azad nebe, jin û ciwan jî dê azad nebin. Azadiya me, girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Niha tê gotin ku dê ji bo gerîlayên çekên xwe şewitandî qanûnekê derxînin. Tê gotin ku ji bo bikarin siyasetê bikin dê were derxistin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê biçin çi bikin? Azadiya Rêber Apo dê bike ku em bi awayekî azad siyasetê bikin û di nava civakê de azad bixebitin.    Em wisa bifikirin ku ev tişt bûn; gelo dê pirsgirêka Kurd wê demê çareser bibe, an jî heke neyê çareserkirin divê tu gav bên avêtin?    Heke Kurd neyên naskirin, mafên wan neyên naskirin, ev pirsgirêk çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, hewceye hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin, ziman û çanda Kurdan were qebûlkirin.    Divê Kurdî bibe zimanê fermî. Li Meclisê were naskirin. Di gotinê de dibêjin ‘Kurd û Tirk xwişk-bira ne.’ Lêbelê aliyê din bi hemû mafên Kurdan re dilîze. Ev yek nîşaneya nêzikatiya li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Heke nehêlin di Meclisê de bi Kurdî were axaftin, ev yek nêzikatiya li hemberî Kurdî nîşan dide. Gotin û kirin hevdu nagirin. Ev yek jî dê pêvajoyê dîsa kûr bike. Dibêjin em pirsgirêka Kurd çareser bikin; lê dê çareseriyeke çawa be? Tu hebûna Kurdan, ziman û çanda Kurdan qebûl nakî. Heke tu vê qebûl nekî dê çareser bikî? Hewceye tu van nas bikî da ku pirsgirêka Kurd bikare çareser bibe. Dê Kurdan nas bikî. Heke Kurdan û mafên wan nas nekî, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê hebûn, ziman û çanda Kurdan were qebûlkirin. Wê demê pirsgirêka Kurd dê ji ber xwe ve çareser bibe. Di destûra bingehîn de hewceye çareseriya pirsgirêka Kurd û di mijara qebûlkirina Kurdan de guhertin bên kirin.    Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bo çareserî û aştiyê berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên civakî. Gelo mebesta we ya ji vê berpirsyartiyê çi ye, îşaret bi perpirsyartiyeke çawa dike?    Kesên dibêjin “Em aştiyê dixwazin, bila xwîn nerije” hewceye zextê li dewlet û îktîdarê bikin da ku gavan biavêjin. Berpirsyartiya dikeve ser milê civakê ev e.   Piştî vê pêvajoyê, berpirsyartiyeke girîng dikeve ser milê civakê. Hewceye jin û ciwan li qadan bin. Divêtin jin û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin. Divê Kurd pêşengtiyê ji pêvajoyê re bikin. Divê li qadan bin ku pêvajo bimeşe. Divê zextê li îktîdarê bikin da ku gavan biavêje. Ne tenê jin û ciwan an jî Kurd, divêtin tevahiya civaka Tirkiyeyê yên dibêjin “em aştiyê dixwazin”, yên dibêjin “em naxwazin xwîn were rijandin” divê zextê li dewlet û îktîdarê bikin. Hewce dike ku di vê pêvajoyê de cih bigirin. Di halê hazir de hemû gotinên îktîdarê niha tenê di gotinê de ne. Nîqaşên li ser gavên hewce dike bên avêtin tune ne. Ji bo li ser van nîqaş were kirin, pêwîst dike jin û ciwan pêşengtiyê bikin. Bila kolan bi kolan bigerin, kesan tev li bikin. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê, ji bo ji pêvajoyê re sûdewer bin divê zextê li îktîdarê bikin. Peywira dikeve ser milê civakê jî ev e.   Di kîjan şert û mercan de hûn dikarin tev li siyasetê bibin?    Heke zemîneke hiqûqî neyê avakirin, dema gerîlayên azadiyê derbasî wir (Tirkiye) dibin dê bên girtin. Em ê vê bi tu awayî qebûl nekin. Heke zemîna hiqûqî çênebe, heke di destûra bingehîn de guhertin neyên kirin, heke kesên ji vir diçin nekarin bi awayekî azad tevbigerin, ev rewş pêkan nîne. Divê zemîna hiqûqî ji ewil ji bo Rêber Apo were avakirin. Hêj jî tecrîd didome. Hêj jî rojnameger nikarin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Heke ev bibin, wê demê em jî dê biçin û têkoşîna xwe li wir bidomînin.    Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina hebûna gelo Kurd, gelo di mijara tevlibûna we ya siyaseta demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd de jiyanî ye?    Heke zemînek azad ava bibe wê demê siyaseta demokratîk dikare were meşandin. Lê di halê hazir de zemîneke wiha tune ye. Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, bibîrxistina avakirina zemîneke azad e. Em jî dixwazin siyaseta demokatîk, li ser zemîneke azad bimeşînin.    Heke ev nebin, nabe. Divê mafên Kurdan bên naskirin. Dema ev bûn em dikarin siyasetê bikin. Di demên berê de komên aştiyê hatin û tevek jî hatin girtin. Wê demê jî digotin ku dê qanûnê derxînin. Gotin ku dixwazin pêvajoyê bidomînin. Lêbelê ji ber ku zemîneke hiqûqî tune bû, ev pêk nehatin. Tevek jî girtin. Kesên hêj niha jî girtî hene. Heke Rêber Apo azad bibe, di qanûnan de guhertinan bikin, wê demê em jî dê tev li civakê bibin, di siyaseta demokratîk de cih bigirin. Heke zemîneke azad nebe, mirov nikare siyaseteke demokratîk bike. Di halê hazir de zemîneke wiha tune ye. Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, avakirina zemîneke azad e. Em jî dixwazin li ser zemîneke azad siyaseta demokratîk bikin.    We, di nava koma ewil a vekişiyayî de cih girt. Gelo cihgirtina di daxuyaniyeke wiha de bi we çi da hestkirin?    Cihgirtina di daxuyaniyeke li ser banga Rêber Apo hatiye dayin, cihê keyfxweşiyê bû. Ji ber ku me xwest ji pêvajoyê re sûdewer bin. Me xwest nîşan bidin ku em bi wî re ne.    Ev tevek jî berhema keda Rêber Apo ne. Me jî xwest dilsoziya xwe ya bi wî re nîşan bidin. Dayîna daxuyaniyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hestekî cuda bû. Weke ku me pêwendiyek bi Rêber Apo re danîbe min hest kir. Aliyekî xwe yê zor jî hebû. Serokê me (Abdullah Ocalan) hêj girtî ye û em jî li qadekî wiha ne. Ev me dide zorê. Lêbelê li hêla din jî ev daxuyanî li sre banga Rêber Apo hate dayin û cihgirtina di daxuyaniyeke wiha de ji bo min cihê keyfxweşiyê bû. Ji ber ku me xwest ji bo pêvajoyê sûdewer bin. Me xwest nîşan bidin ku li cem wî ne.   MA / Azad Altay