Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan 2025-10-31 09:07:59 AYDIN - Xizmên girtiyên ku sirgûnî cihên dûrî bajarên ku malbatên wan lê ne bûne, destnîşan kirin ku ji ber dûrbûnê bi salan e ew nikarin xizmên xwe bibînin û xwestin ku demildest ji bo serbestberdana girtiyan verastkirinên qanûnî werin kirin.  Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêze pêşketinên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de berdewam dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi daxuyaniyekê vekişîna hêzên xwe ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand. Di vê qonaxê de, ji beşên cuda yên civakê bang berdewam dikin ku dewlet gavên pêwîst biavêje. Xizmên girtiyan ku bang li dewletê kirin ku gavên pêwîst bavêje, diyar kirin ku vekirina deriyên girtîgehan xizmeta aştiyeke birûmet dike.   Naîme Adli, dayika Enez Adli ku di sala 2016'an de li Îzmîrê hatiye girtin, di nav kesên ku vê bangê dikin de ye. Dayikê, diyar kir ku kurê wê piştî girtinê salekê li Îzmîrê di girtîgehê de maye û got ku paşê ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin. Naîme Adliyê diyar kir ku ew di bin şert û mercên dijwar de ji Aydinê ber bi Antalyayê ve diçin û got: "Carinan em ji ber şert û mercan vedigerin. Çûyîn pir dijwar e. Di destpêkê de, dema ku em diçûn girtîgehê, lêgerîna tazî li me dihat kirin. Me li ser vê yekê giliyê sûc kir. Wan giliyên me red kirin. Em her tiştî dikin da ku li dijî vê yekê şer bikin."   Naîme Adliyê anî ziman ku ew aştiyê dixwaze û dixwaze girtîgeh vala bibin û got: "Em dizanin ku ev tişt tenê bi gotinê nabin; em hewceyê qanûnan in. Em dixwazin ku qanûn demildest di parlementoyê de werin pejirandin û dayik bigihên zarokên xwe. PKK'ê xwe fesix kir, çekên xwe şewitand û derbasî aliyê din ê sînor bû. Em niha ji dewletê hêvî dikin ku gav bavêje. Em naxwazin kes bimire an jî hêstir birijîne. Her zarokek ji bo dêya xwe pir biqîmet e. Qanûnên entegrasyonê yên bên derxistin divê girtiyên di girtîgehê de jî bigirin nav xwe. Ev ê pir tevkariyê li aştiyê bike. Ger aştiyek birûmet hebe, divê ev qanûn werin bicîhanîn ji ber ku wan têkoşînek adil dane. Kes bê sedem naçe çiyayan. Divê fikarên raya giştî werin sivikkirin. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de hene û divê ew demildest werin berdan."   AŞTIYEKE BIRÛMET   Mujde Donder, xwişka Feyyaz Aslan ê li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ku du caran cezayê "muebbeda girankirî" lê hatiye birîn û 14 sal in di girtîgehê de ye, got: "Dayika wî nikare zarokê xwe bibîne. Ji bo dayikekê êşa mezin ew e ku nikaribe zarokê xwe bibîne. Ev rewş ji bo malbatan jî pir dijwar e. Veguhastin pirsgirêkeke cidî ye. Carnan em diçin û di bin baranê de li bendê dimînin. Malbat ji Feyyaz dûr e û Feyyaz ji malbata xwe dûr e. Em bi şert û mercên pir dijwar re rû bi rû dimînin. Dêya min sê sal in ku kurê xwe nabîne. Sirgûnkirina Feyyaz ji bo cihekî dûr hem ji bo wî û hem jî ji bo malbata wî cezayek e."   Mujde Donderê destnîşan kir ku ew dixwazin bi pêvajoyê re deriyên girtîgehan jî vebin û got: "Ger em aştiyeke birûmet dixwazin divê girtî hemû bên berdan."    MA / Ugurcan Boztaş