Ji Kampa Holê 840 penaberên Iraqî çûn welatê xwe 2025-10-27 16:08:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Holê 840 penaberên Iraqî di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî de li welatê xwe vegeriyan.    Di çarçoveya koordîneya hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlehiyê ya Koçberan a girêdayî Meclisa Iraqê de, beşek din a penaberên iraqî ji kampa Holê derket. Penaber bi karwanekî vê serê sibê ji kampa Holê ber bi Iraqê ve derketin rê.   Karwanê penaberan ji 249 malbatan (840 kes) pêk tê. Penaber dê di kampa Ceda ya parêzgeha Nînowayê ya Iraqê de werin bicihkirin. Karwan di bin çavdêriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî derkete rê.   Ji destpêka salê ve 13 karwanên penaberên iraqî ji kampa Holê derketine.