Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin 2025-10-03 16:12:00   ENQERE - DMME’yê têkildarî rewşa girtî ya Selahattîn Demîrtaş cara 3’yemîn biryara binpêkirinê da. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê têkildarî biryarê daxuyanî dan û gotin ku divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li ser hesabên xwe yên platforma medyaya dijîtal X’ê têkildarî biryara binpêkirinê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der heqê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku DMME cara 3’yemîn e biryara binpêkirinê dide û hat xwestin ku girtiyên ji Doza Kobanê bên berdan.    TULAY HATÎMOGÛLLARI: BENDEWARIYA MILYONAN...    Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku Demîrtaş di encama dozên kompasê de hatiye girtin û got: “DMME’yê cara sêyemîn biryara binpêkilrinê ji bo hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş da ku bi dozên kompasê hatiye girtin. Tu hemwelatiyên me neman ku nezanin divê biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin. Divê helwesta hiqûqê nas nake û wijdana cemaweriyê diêşîne bên terikandin. Cîbicîkirina biryarên DMME’yê hem dê baweriya bi hiqûq û edaletê xurt bike hem jî dê dilê milyonan kesan rehet bike. Hewceye Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtiyên Doza Kobanê û hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Hêvî û bendewariya bi milyonan kesên ji aştî, azadî û demorasiyê bawer ev e.”    BAKIRHAN: BIRYAREKE KU DÊ JI BO AŞTIYÊ SÛDEWER BE    Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku li gorî xala 90’an a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin û wiha got: “DMME’yê der heqê birêz Demîrtaş de cara 3’yemîn biryara binpêkirinê da. Li gorî xala 90’an a Destûra Bingehîn, biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin. Ev biryar, ne tenê di wateya hiqûqî de, di heman demê de ji bo aştiya civakî jî pêwîstiyeke. Ji bo baweriya bi aştiyê, hêviya ji bo çareseriyê û baweriya bi pêvajoyê mezin bibe, hewceye ev biryar bê cîbicîkirin. Hewceye êdî hiqûq were naskirin û êdî daraz weke amûrekê neyê bikaranîn. Dem dema berdana Demîrtaş, Yuksekdag, girtiyên ji doza Kobanê û hemû girtiyên siyasî ye. Divê hiqûq tişta pêwîst bike û em li bendê ne ku biryareke ji bo nermkirina hewayê siyasî û aştiya civakî sûdewer be bê dayin.”