Li dijî plana qeyûm a têkildarî parka bajêr daxuyanî hat dayîn

Parve bike:

WAN - Li navenda bajarê Wanê li dijî plana qeyûm a ku armanc dike parka bajêr veguherîne lojmanên leşkerî daxuyanî hat dayîn û hat gotin: “Parastina parkekî, parastina dahatûya zarokên me, pêkvejiyana gelê me ye.”     

 
Di pêşengtiya Platforma Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmaran a Tirkiye ya Wanê de li dijî polîtîkayên qayim yên tunekirina qadê hêşînahî yên bajêr daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Pankarta ‘Ji bo paşeroja me, hêşînahiya me û gelê me’ hat vekirin. Endam û nûnerên saziyên civakî, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan ku qayim li şûna wan hatine tayînkirin û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.
 
Li ser navê Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Wanê, Ahmet Ortakçi metna daxuyaniyê xwend.
 
Ahmet Ortakçi destnîşan kir ku armanca wan parastina pêşeroja hevpar a Wanê û mafê bajêr e û wiha got: “Ev qada ku em li pêşberî wê ne, ne valahiyeke ji rêzê ye. Diviyabû ev der bibûya parkeke bajêr ku zarok tê de bilîzin, ciwan nefesê bistînin, kal û pîr bêhnê vedin û jin bi ewlehî bi kar bînin. Lewre bajar ne tenê ji avahiyan pêk tên. Parastina parkekê, ne tenê parastina çend daran e; parastina berjewendiya giştî, ewlehiya erdhejê, dahatûya zarokên me û mafê jiyanê yê gel e.”
 
‘PIRSGIRÊKÊN GEL NAYÊN ÇARESERKIRIN’
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal axivî û bal kişand ser bandora rejîma qeyim a 10 salan û ev yek gotin: “Pirsgirêkên gel nayên çareskirin. Rejîma qayim li vir polîtîkayeke qirkirinê û ekoqirkirinê dixe meriyetê. Ev qada ku gel dikaribû tê de bêhnê bistîne, niha di bin betonê de tê hiştin. Em hişmendiya qayim a ku çav berdaye çavkaniyên gel û tu projeyên li gorî hewcedariyên civakê çênake, lenet dikin.”
Neslihan Şedal her wiha destnîşan kir ku bi van qadên leşkerî û polîtîkayên ewlehîparêz hewl tê dayîn ku hafizeya militarîst di hişê gel de ji nû ve zindî bikin û anî ziman ku ew ê vê pêvajoyê bişopînin.
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bi bîr xist ku Wan bajarekî erdhejê ye û wiha bang li rayedarên partiya desthilatdar a li bajêr kir: “Heke li vî bajarî erdhejek çêbibe, hûn nabînin ku qadeke kombûnê ya mirovan, qadên hêşîn û meydan nemane? Hûn qet li dijî vê xerabiya ku li pêşeroja Wanê tê kirin dernakevin? Ev qas çavên we bi berjewendiyan kor bûye?”
 
Abdullah Zeydan di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê kir û wiha got: “Heta ku ev bêhiqûqî raweste, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li gelê Wanê dikin, divê em bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin û li dijî vî hişê talanker bisekin.”
 
Daxuyanî bi çepikan qediya.