MÛŞ - Endazyarê Çandiniyê Hasan Turhan diyar kir ku ew dixwaze gundiyên Qûrçikê yên li Gimgimê yên ku bi salan e li şûna çandiniyê berê xwe dane sewalvaniyê teşwîq bike ku bi çandina cureyên curbicur ên berheman, dest bi hilberînê bikin.
Çandinî li Tirkiye û Kurdistanê yek ji çavkaniyên sereke yên debarê ye û li Kurdistanê bajarê Mûşê di warê çandiniyê de xwedî cihekî girîng e. Şert û mercên curbicur ên avhewayê li navçeyên Mûşê, derfetê didin ku curbicur berhemên çandiniyê bên çandin. Lêbelê, hilberîna çandiniyê li navçeya Gimgimê bi temamî rawestiyaye. Bilindahiya zêde ya Gimgimê ku hezar û 650 metre li ser asta deryayê ye û erdnîgariya wê ya dijwar, faktorên sereke ne ku rê li ber çandiniyê digirin. Li wan deverên ku ji bo çandiniyê guncaw in jî, cotkaran ji ber lêçûnên zêde û nebûna teşwîqan, herî kêm nîv sedsal berê dev ji hilberînê berdane. Bi dehan sal in ku li gundê Qûrçik ê Gimgimê tu berhem nayên çandin.
Endazyarê Çandiniyê Hasan Turhan ku armanc dike gundiyan teşwîq bike ku bi rêya çandina kartolan li gund dest bi hilberîna kolektîf bikin, armancên xwe yên hilberînê eşkere kirin.

Hasan Turhan, piştî ku demekê li bajarên cuda xebitî û ji bo pêkanîna hilberîna çandiniyê vegeriya gundê xwe, diyar kir ku wî ji ber hesta dilsoziya ji bo axa xwe biryara vegerê daye. Turhan ku got li Gimgimê xwedîkirina heywanan xebata sereke ye, wiha got: "Çandiniya zeviyan beriya nêzîkî nîv sedsalê hat terikandin. Piştî wê navberê, ji ber ku piraniya mirovan berê xwe dan xwedîkirina heywanan, çandinî li paş ma. Niha li Gimgimê hilberîna çandiniyê hema bêje tune ye; tenê li hin deveran ceh, genim û nefel tên çandin. Wê demê ku çandinî çalak bû, kêmasiyeke mezin a amûran hebû, lê tevî derfetên kêm jî mirov bi dijwarî dixebitîn. Lê îro, tevî ku amûr û makîneyên pêwîst hene jî, zevî nayên çandin. Sedema vê yekê ew e ku civak berhemên amade tercîh dike. Ev karekî wisa ye ku kedeke mezin dixwaze û pêdiviya wî bi sebr û tehemûlê heye. Mesrefên zêde yên sotemeniyê, bihayê makîneyan û bidestnexistina dahateke adil li hember berheman, di nav sedemên rawestana hilberînê de ne."
ŞERT Û MERCÊN HILBERÎNÊ
Turhan der barê sedemên hilbijartina hilberîna kartolan de wiha got: "Ev herêmeke sar e û kartol jî berhemek e ku di hewaya hênik de baş mezin dibe. Ev berhemek e ku di navbera 120 û 150 rojan de digihîje qonaxa berhevkirinê. Li vê herêmê bihar heta meha Hezîranê nayê; dema em di Hezîranê de diçînin, berhevkirin di navbera dawiya Îlonê û du hefteyên ewil ên Cotmehê de pêk tê. Ji bilî kartolê, hin berhemên din jî di hişê min de hene. Hin cotkar hene ku ez hewl didim wan teşwîq bikim da ku dest bi hilberînê bikin; eger ez karibim wan tevlî vê karî bikim, ez plan dikim ku bixwe ber bi berhemên alternatîf ve biçim. Ez dixwazim hilberîna kartolê ji hevalên xwe re bihêlim û dest bi ceribandina cureyên cuda bikim. Min biryar da ku ez çandina berhemên wekî şebeş, kundir û petêxan biceribînim. Ez ê dema berhevkirinê û pêdiviyên bingehîn ên xurek û zibilê yên nebatê bi rêbaza ceribandin û şaşitiyê diyar bikim. Piştî ku ez biryareke tekez bidim, dibe ku ez cureyê berhemê biguherînim. Erdê ku ez lê çandiniyê dikim şeş dekar e; min li ser pênc dekarên wê kartol çand û biryar da ku li ser wê beşa yekdekarî ya mayî jî berhemên wekî zevî, petêx û kundiran biçînim. Hilberîna me bi vî awayî berdewam dike."
Turhan diyar kir ku wî di sala 2024'an de, bi rêya projeya "Ji yekîtiyê ber bi bereketê ve: bi hev re hilberîn", planeke kar amade kiriye da ku ciwanan tevlî pêvajoya hilberînê bike û da zanîn ku wî di wê salê de qadeke bi mezinahiya 36 dekarî çandiye. Turhan behsa zehmetiyên lihevanîna bi projeyên herêmî yên Wezareta Çandiniyê re kir û destnîşan kir ku wî ji wan zeviyên ku berê çandibûn, ew berhema ku li bendê bû bi dest nexistiye. Turhan ku got "ya girîng ew e ku mirov di çarçoveya şêwaza jiyaneke kolektîf de hilberînê bike" axaftina xwe wiha domand: "Ez bi temamî bawer im ku ev hewldan bêyî xebata hevpar nayê domandin. Ev ne karekî tenê ji bo kesek an du kesan e. Eger ciwan dixwazin di vî warî de dest bi hilberînê bikin, divê ew planeke kolektîf amade bikin ku hemû qonaxan, ji qonaxa hilberînê bigire heta berhevkirinê, li xwe digire. Eger biryara hilberînê bidin, divê ji ber kêmbûna makîneyan li herêmê, ew çavkaniyên xwe bikin yek û bi hev re amûrên hevpar bikirin."
MA / Can Kirbaş