Li Havaçorê nobeda xwezayê berdewam e: Werin em xwedî li xwezayê derkevin

Parve bike:

DÊRSIM - Şêniyên herêmê yên ku li hemberî talankirina xwezayê 11 roj in li Newala Havaçorê "Nobeda xweza û jiyanê" berdewam dikin, banga xwedîderketina li xwezayê kirin.

 
Li gundê Havaçorê yê navçeya Pulurê ya Dêrsîmê, "Nobeda xweza û jiyanê" ku ji aliyê Komeleya Gundê Havaçorê ve bi armanca parastina xwezayê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 11’emîn de bi tevlibûneke girseyî berdewam dike. Ev çalakiya ku li dijî birîna zêde û firotina giyayên wekî rêwas, çiriş, sîrim, kavkivîlk, çatirî, kereng, simaqê û li dijî talankirina xwezayê hatiye destpêkirin, dê nêzî mehekê bidome. Li Newala Havaçorê ku kon lê hatine vedan, nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û aktîvîstên hawirdorê jî her roj serdana çalakiyê dikin û piştgiriyê didinê.
 
 
GÎHA JI KOKA WAN TÊN BIRÎN
 
Serokê Komeleya Gundê Havaçorê Zeynel Hayîroğlû bal kişand ser ku gelek cureyên giyayan bêserûber tên birîn û firotin û ev tişt got: "Ji ber firotina bi vî rengî, em ê di pêşerojê de van giyayan nebînin. Ji derve gelek mirov tên vir. Ev mirov zirarê didin xwezaya me. Hinek giyayên me tenê di vê erdnîgariyê de şîn dibin. Van giyayan jî ji koka wan hildiqetînin. Em 3 sal in vê nobedê digirin. Dem bi dem bertek çêdibin, lê îsal bertekên erênî hebûn. Yên ku bertekê nîşanî me didin, ew kesên ku van giyayan difroşin. Dibêjin 'Em nikarin debara xwe bikin'. Bila debara xwe bi aweyekî din bikin."
 
 
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI XWEZAYÊ DERKEVE'
 
Kader Dîler a ji gundê Havaçorê jî destnîşan kir ku ew ji bo parastina giyayên ku li xwezayê ber bi tunebûnê ve diçin di nobedê de ne û wiha axivî: "Yên ku ji bajarên derdorê tên, van giyayan difroşin. Em vê yekê naxwazin. Divê ev giya nebin amûrên bazirganiyê. Em li vî gundî dijîn û debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Ligel min 11 kesên din jî debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Tu kes ji me bi firotina van giyayan debara xwe nake. Gund yê me ye, lê xweza ya me hemûyan e."
 
Mêşên hingiv tenê ji kulîlkên giyayên vir hingiv hildiberînin. Hingivekî taybet tê hilberandin. Ji ber vê yekê birîna van giyayan me jî diqedîne. Ev çalakiya ku me dest pê kiriye, divê li ku derê mezaxtina bêserûber û talankirina xwezayê hebe, li wir jî were destpêkirin. Bila mirov bertekê nîşanî me nedin, bila piştgiriyê bidin me. Xweza ya me hemûyan e û divê her kes xwedî lê derkeve. Mirovên ku ji bo gerê tên vir, hawirdorê qirêj dikin. Gelek gilêşên xwe diavêjin Çemê Munzurê. Munzur cihekî pir xweş e, di heman demê de cihê me yê pîroz e jî. Divê mirovên ku tên vir, baldar bin."
 
MA / Ugurcan Boztaş