Li Botanê hevrêtiya dîrok û rengîniya xwezayê

Parve bike:

ŞIRNEX - Li Geliyê Botanê ku di navbera navçeyên Hezex û Basayê de ye, kulîlkên ku bi germbûna hewayê re şîn bûne, li dora Keleha Elodîno ya li gundê Bafê bûne cihê dîmenên rengîn.

Geliyê Botanê ku di navbera navçeyên Hezex û Basayê yên Şirnexê de ye, bi germbûna hewayê veguheriye ahengeke rengan. Bûkik û beybûnên ku îsal ji ber barana zêde zû kulîlk vedane, bûne cihê dîmenên rengîn. Keleha Elodîno ya li gundê Bafê ku li nêzîkî geliyê ye, bi bûkik û beybûnan  re xweza û dîrokê tîne cem hev. Darên berû, kizwan û çinarên li dora geliyê rengekî din li vê şahiya dîtbarî dikin. 
 
Ji ber geştiyariya xwezayê ya nezan, li geliyê ku ne herêmeke parastî ya xwezayî ye, xetere xwe dıdın der. Piştî ku vîdeoyên bi sernavê "Cihek li Şirnexê" li ser medyaya sanal hatin belavkirin, ji gelek bajaran kes ji bo geştê berê xwe dan vir. Ev "pîknîkerên" tên vir zirarê didin rez û baxçeyên li geliyê û çopên xwe yên ku bi salan winda nabin li dû xwe dihêlin. Her wiha ew hildikişin dîwarên mayî yên Qesra Elodîno û ev zirareke mezin didin bermahiyên qesrê. 
 
ELODÎNO KÎ YE?
 
Elodîno ku li Bafê li dijî zexta bacê ya Osmaniyan û Mîr Muhammed di nav ciwanan de berxwedan organîze kir, li herêmê navdar bû. Elodîno û hevalên wî li herêma ku Çemê Dîcle lê diherike, li kêleka gund, kelehek ava kirin û herêmê xistin bin kontrola xwe. Bi danîna zincîrekê li nav Çemê Dîcleyê ku ji Amedê heta Mûsil û Bexdayê dirêj dibû, Elodîno bi kelekan (keştiyên barhilgir ên wê demê) ji bazirganan bac berhev kir. Tê gotin ku wî di demeke kurt de ciwanên gundên derdorê ber bi xwe ve kişandiye. Ji ber jêhatîbûna xwe ya şervaniyê û serhildana xwe ya li dijî Osmaniyan û Mîrê Cîzîrê, Elo di nav gel de bernavê "Dîno" wergirt. Elodîno, bi komployekê hat girtin. Wî li ber îşkenceyên li zindana Mîr serî netewand. Tê gotin ku piştî demekê Elodîno, ji ber ku nikaribûye îşkenceyê deyax bike, jiyana xwe ji dest daye. Lêbelê, gelek guhertoyên çîroka Elodîno hene.
 
Elodîno wekî "Robin Hood" ê Kurdan tê nasîn û gelek stran li ser wî hatine çêkirin. Ya herî navdar "Elo Dîno" ye ku ji hêla Kardeş Turkuler ve hatiye gotin. 
 
ZÊMARA KEÇA WÎ
 
Piştî ku Elodîno bi îşkenceyê tê qetilkirin, keça wî Seyran vê zêmarê davêje ser wî: "Weylê.., Kelha Bafê li belevanê / Kelha Bafê ya rengîn yadê li belevanê / Van tacir û kelekvana ji Diyarbekirê kelekên xwe berdanê / Weleh, qefla van kelekan li ber qesra bavê mi Seyranê / Yadê, tu wê xêrê bikê xêrê bi çavê xwe nebînê / Çawa te nehêla ez bi bavê xwe re têr bigerim ser hasilan û demanê / Yadê, weyla li min rebenê / Li min êsîrê / Xudê xirab bika mala Qaymeqamê Mûsil û zapitê Mihemed Begê Cizîrê / Çawa xeniqandin bavê min rebenê / Xwediyê şebekan û zincîrê.”
 
MA / Emrûllah Acar