Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêrt û Agirîyê bi munasebeta 15'ê Sibatê Cejna Zimanê Kurdî panel û nîşandana stand-upê hatin lidarxistin.

 
Çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya li gelek bajaran berdewam dikin.
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER), der barê paşeroja zimanê dayikê de panelek li dar xist. Moderatorê panelê Mehmet Saît Toprak got: "Derxistina kovara Hawarê bi tîpên Latînî û bi Kurdî ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê veguherîneke girîng bû." Helbestvan Mahmut Gulecan bal kişand ser girîngiya axaftina bi ziman û wiha axivî: "Peyvek di nava xwe de teqez wateyeke piralî dihewîne. Ji ber vê yekê, zanîna zimanê dayikê beşdarî wateyê jî zede dike."
 
Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî anî ziman ku Kurdî bi têkoşîneke mezin li ser pêyan maye û ev têkoşîn berdewam dike û ev tişt got: "Bi Plana Şerq Islahatê hewl dan zarok û jinên Kurd asimîle bikin. Ji ber ku wan dizanibû rola jina Kurd di pêşveçûna ziman û wêjeyê de girîng e." Roza Metîna bal kişand ser bandora xebatên hunerî û wêjeyî ya li ser ziman û destnîşan kir ku divê ziman ji perwerdeyê heta aboriyê di her qadê de were bikaranîn.
 
AGIRÎ
 
Di çalakiya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çandê ya Kurdî-Zan Araratê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Agirî de, Erdal Kaya stand-upê nîşan da. Gelek kes beşdarî nîşandana li hêwana konferansê ya Baroya Agirîyê bûn. Kaya di stand-upê de bal kişand ser polîtîkayên asimîlasyonê yên li ser Kurdî.
 
Gelek kes tevli bernameyê bûn û kêliyên xweş hatin jiyîn.
 
 
DÎLOK
 
Komeleya Pêşxistin û Parastina Kurdî ya Dîlokê, di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dîlokê, bi dirûşma "Zimanê me rûmeta me ye" panelek li dar xist. Gelek welatî, nûnerên rêxistinên civakî beşdarî panelê bûn. Li hêwana panelê wêneyên navên sembol ên wêje û çanda Kurdî yên wekî Cegerxwîn, Meryem Xan û Erebê Şemo hatin daliqandin. Di hêwanê de pankartên bi Kurmancî û Kirmanckî yên "Statûya Kurdî, perwerdehîya bi Kurdî" û "Bi Kurdî biaxive, Bi Kurdî bixwîne, bi Kurdî binivîse" hatin daliqandin. Panelê ku mamosteyê Kurdî Abdullah Înce moderatoriya wê kir, bi merasîma rêzgirtina dest pê kir. Piştre Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak axivîn.
 
Vezîr Parlak, bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser zimanê Kurdî. Parlak, girîngiya dîrokî ya kovara Hawarê ya ku di 15'ê Gulana 1932'yan de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî li Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşana xwe kiribû, destnîşan kir. Parlak diyar kir ku ev mîras îro li Rojava veguheriye pergala perwerde û jiyanê ya gelekî.
 
Narîn Gezgor jî bi bîr xist ku Kirmanckî di bin xetereya tunebûnê de ye û wiha axivî: "Hawar di bin şert û mercên giran ên asîmîlasyon û zextan de hat weşandin, şertên ku ji serdema Osmanî dest pê kirin û di salên pêşîn ên Komarê de hîn kûrtir bûn û zimanê Kurdî tune dihat hesibandin. Ji ber vê yekê ji bo me Kurdan Hawar di heman demê de tê wateya berxwedanê. Ji ber vê yekê 15'ê Gulanê, roja berxwedan û têkoşînê ye."
 
Welatiyab elqeyek zêde nîşanî panelê dan, piştî pirs û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.