STENBOL- Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê anî ziman ku bikaranîna zimanê Kurdî di perwerde, tenduristî û hemû warên jiyanê de dê tevkariyê li demokratîkbûnê bike.
Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'yan de ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan ve li Şamê dest bi weşanê kir, ji bo weşan û zimanê Kurdî bû xaleke werçerxê. Hawar, kovara yekem ku bi alfabeya latînî bi Kurdî hat çapkirin, bi zaravayên Kurmancî, Kirmançkî û Soranî hat weşandin. 15'ê Gulanê, roja ku kovar cara yekem hat weşandin, di sala 2006'an de bi biryara Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) wekî Roja Zimanê Kurdî hat ragihandin.
15'ê Gulanê bûye rojek' têkoşînê hem ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û hem jî ji bo naskirina statuya wê. Yek ji saziyên girîng ên ku di vê têkoşînê de berbiçaaav e Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku bi salan di warên ziman, wêje û weşangeriya Kurdî de xebitî, di 30'yê Kanûna 2016'an de bi biryarnameyekê hat girtin. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê, mîratgirê enstîtuyê, bi nêzîkbûna bîranîna 15'ê Gulanê re li ser rewşa zimanê Kurdî û kêmasiyên di xebatên ziman de nirxandin kir.
Remziye Alparslanê pêşî bal kişand ser dîrok û wateya 15'ê Gulanê û got: "Wateya sereke ya 15'ê Gulanê ji bo gelê Kurd têkoşîna ji bo zindîhiştina zimên e. Belê, ew cejnek e. Bi weşandina kovara Hawarê, armanc ew bû ku Kurdî bi tîpên Latînî bê weşandin û Kurdî bi awayekî sîstematîk bi nivîskî bê belavkirin. Ji ber vê yekê kovara Hawarê girîng e."
XEBATÊN KOMELEYÊ
Remziye Alparslanê diyar kir ku ew şopdarê têkoşîna Celadet Alî Bedîrxan in û der barê xebata Komeleya Lêkolînên Kurdî de ev agahî parve kir: "Ev yek mîrateya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê didomîne. Xebat di gelek waran de tê kirin. Atolyeyên fêrbûna ziman tên lidarxistin ku li ser nivîsandin û xwendina ziman disekinin. Hem ji bo Kurmancî û hem jî ji bo Kirmanckî û her wiha ji bo zaravayên din jî lêkolîn tên kirin. Armanc ew e ku zarava hevdu nas bikin û nêzîkî hev bibin. Belê, her zaravayek bi serê xwe pir dewlemend e, lê ji bo ku ev yek rewşeke neyînî çêneke, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî xebat tê kirin. Wareke din jî weşanxane ye. Lêkolîn, her çend ne temam bin jî, ji bo fêrbûna ziman bi hemû zaravayan tên kirin. Lêkolînên arşîvê jî tên kirin. Di salên dawî de, em dixwazin li ser qada dîjîtal jî bisekinin. Her çend em hîn bi tevahî neketin vê qadê jî, em dixwazin di qada dîjîtal de xebatan bikin. Heta niha, her çend ne temam bin jî, em ji bo zarokan atolyeyên online li dar dixin. Ev xebatên ne temam in lê dîsa jî girîng û hêja ne. Me ji bo van materyal çêkirine, lêkolînan kirin û wan dîjîtalîze kirin. Di pêşerojê de, em ê van bêtir berfireh bikin. Ji aliyekî din ve, em ji bo naskirina statuya zimanê Kurdî û ji bo ku gelê Kurd mafên xwe yên der barê zimanê xwe de bi dest bixe, parêzvaniyê dikin."
TIŞTÊN DIVÊ BÊN KIRIN
Remziye Alparslanê anî ziman ku zimanê Kurdî ji ber nebûna statuya wê û nebûna zimanê fermî bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne, lê derbaskirina van pirsgirêkan berpirsiyariya her kesî ye. Remziye Alparslanê got: "Hin tişt hene ku divê em bikin bêyî ku li benda naskirin û statuya fermî bimînin. Dema ku em hemû warên jiyanê dihesibînin, qadeke xebatê ya pir fireh heye. Sazî di warê hunerê de jî lêkolînan dikin. Lê tenê lêkolînên teorîk têrê nakin. Divê têkiliya me bi zimanê dayikê be. Divê bi hemû zaravayan re têkilî bê danîn, bêyî ku zarava çi be. Lêbelê, yek ji van bi serê xwe têrê nake. Divê gelê Kurd bêtir bixebite."
Remziye Alparslanê destnîşan kir ku divê ew bi xwendinên standard ve ne sînordar bin û got: "Heke rêyek hebe, divê em wê rêyê bişopînin û kreş û dibistanan vekin. Ger saziyek me hebe ku xwendinên teorîk bike, divê em bi hevkariya xwendekar û saziyên li zanîngehan ziman xurt bikin. Divê her kes beşdarî termînolojiya ziman bibe. Divê saziyên çandî û hunerî bi qada performansê ve ne sînordar bin; divê ew teoriya li pişt wê jî hilberînin. Em dizanin ku di vî warî de hewldan û xebat heye, lê divê bêtir bê pêşxistin. Divê piştgirî ji zaravayên din jî bê xwestin. Kurdî dikare bi vî rengî kêmasiyên xwe yên di van waran de derbas bike. Ji bo vê yekê hewldan hewce ye. Divê em vî zimanî di qada dîjîtal de jî pêşve bibin. Divê em dîplomasiya zimanê xwe bikin. Divê zimanê me di serlêdanan de hebe, divê di her warî de li ber gelê me xuya bibe. Mînak, Zarok TV di bernameyên zarokan de mînakeke vê yekê ye. Gelek zarok jê sûd werdigirin. Şaredarî û saziyên din jî ji bo me qadên girîng in. Dema ku em li vir derfetekê dibînin, divê em wê ji bo gelê xwe bi kar bînin. Ez hêvî dikim ku pêvajo pêş bikeve, gav werin avêtin û heke bingeheke qanûnî bê danîn, saziyên me jî dê gavên bihêz bavêjin. Ew ê çêbibe. Lê bêyî ku em li benda van tiştan bimînin jî, divê em bi pêşengiya vê qadê hêvî û baweriyê bidin gelê xwe."
Remziye Alparslanê behsa rewşa zimanê Kurdî kir û got: "Wekî hemû sazî, em dibêjin: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bila Kurdî di perwerdehiyê, tenduristiyê û hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn. Ger ev bibe, zimanê Kurdî jî dê bibe xwedî statu. Ev daxwaza me ye. Ger ev statu bê bidestxistin, Kurd dikarin li her derê bi zimanê xwe xizmetê bistînin. Ew dikarin di her qada jiyanê de bi nasnameya xwe bijîn. Ev yek di heman demê de beşdarî demokratîkbûna pergalê dibe û ji bo zimanên din jî cih vedike. Ger Kurdî di saziyên xwe de bê bikaranîn, ger mirov bikaribin bi zimanê xwe danûstandin û perwerdehiya xwe bidomînin, ji bo vê yekê tu astengî tune. Ji bo vê yekê demokratîkbûn hewce ye. Em dikarin Kurdî bikin zimanê jiyana rojane. Ev yek dê rewşa zimanê Kurdî di nav civaka me de diyar bike."
MA / Melîk Varol