Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê 6 kes hatin kuştin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam in. Di êrişa li dijî bajarê Nebatiyeyê de 6 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn. 

 
Artêşa Îsraîlê êrişî Navenda Parastina Sivîl a li bajarê Nebatiye yê li başûrê Lubnanê kir. Di êrişê de 6 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku Îsraîlê duh bi şev êrişî navendeke tenduristiyê ya li bajarokê Haruf ê Nebatiyeyê kiriye. Wezaretê got ku di êrişê de 3 jê xebatkarên tenduristiyê 6 kes hatine kuştin û 22 kes birîndar bûne. Ajansa fermî ya Lubnanê NNA’yê jî ragihand ku êriş bûye sedema hilweşîneke mezin. 
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Tommy Pigott li ser X’ê daxuyanî da û got agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de dê ji bo 45 rojên din were dirêjkirin.