DYA: Dorpêça li ser Hurmuzê dê bidome

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên DYA'yê diyar kirin ku dê dorpêça li ser Hurmuzê berdewam bike û heke Îran nêzî lihevkirinê nebe dê êriş berdewam bikin.

 
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê dorpêça li ser bendergehên Îranê ya ku ji roja duşemê ve di meriyetê de ye, bidomînin.
 
Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê de ku li Pentagonê hat lidarxistin, angaşt kir û got: Heta kengî pêwîst bike em ê vê dorpêçê bidomînin, ev dorpêç bi kêr tê.
 
Wezîr her wiha anî ziman ku DYA dê beşdarbûna welatên din a ji bo alîkariya di mijara Tengava Hurmuzê de bi kêfxweşî pêşwazî bike.
 
Hegseth di civînê de her wisa destnîşan kir ku Çînê garantî daye DYA'yê ku di dema agirbesta şerê Rojhilata Navîn de, wê çekan ji Îranê re neşîne.
 
GEFA ÊRIŞÊ
 
Di heman civîna çapemeniyê de Serokê Erkanê Giştî yê Artêşa DYA'yê Dan Caine diyar kir ku ger Îran li gorî dorpêçê tevnegere dê êriş berdewam bikin û got: "Ev dorpêç, neteweya wan çi dibe bila bibe, ji bo hemû keştiyên ku diçin bêndergehên Îranê an jî ji wan bêndergehan tên, derbasdar e. Ev operasyona DYA'yê, dorpêçeke li ser bêndergehên Îranê ye, ne dorpêçeke li ser Tengava Hurmuzê ye. Hêzên DYA'yê her tim amade ye."