CENTCOM’ê zêdetirî 5 hezar û 700 DAIŞ’î veguhest Iraqê

Parve bike:
ENQERE - CENTCOM’ê ragihand ku zêdetirî 5 hezar û 700 DAIŞ’î veguhestine Iraqê.
 
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî dawîanîna veguhestina çeteyan ya ji Sûriyeyê bo Iraqê daxuyaniyek da.
 
Li gorî daxuyaniyê veguhestina çeteyan 23 rojan dewam kiriye, zêdetirî 5 hezar û 700 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin.
 
Wezareta Dadê ya Iraqê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin ji wana 270 Iraqî ne, 3 hezar zêdetir Sûriye û yên din jî hemû biyanî ne.