STENBOL - Endamê Koordînasyona EFFP’ê Ercan Jan Aktaş diyar kir ku konferansa ku dê li Kolnê bê lidarxistin, dê endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslimê jî beşdar bibe û got: “Em dibêjin an hovitî an Rojava.”
Êrişen HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava didomin. Pevçûn li gundewarê bajarê Kobanê yê di bin dorpêçê de zêde bûne. Li çar aliyê cîhanê bi sed hezaran kes li dijî êrişan li ser pêyan e.
Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) a ku ji aliyê zanyar, akademisyen, siyasetmedar, hunermend û aktîvîstên Kurdistanî û Tirkiyeyê yên li Ewropayê dijîn hatiye avakirin, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî êrişên li ser Rojava da û bîbîr xist ku hêzên “cîhadîst” berê jî qetlîam li ser Elewî, Xiristiyan û Misilmanên sekuler pêk anine û destnîşan kir ku ev êriş “qirkirinekî îdeolojîk e”.
Endamê Koordînasyona EFFP’ê Ercan Jan Aktaş, têkildarî geşedan û çalakiyên ku li Ewropayê li dar xistine ji ajansa me re axivî.
Aktaş bîbîr xist ku cara ewil HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê kirine û ev tişt got: “Hêzên serdest biryara vê êrişê di 5, 6’ê Çileyê de li Parîsê dan. Kurd carekî din bi biryarekî li Parîsê bûn qurbanî. Em wekî Kurd ji vê yekê re ne biyanî ne. Em peymana Sykes-Picot a di navbera Tirkiye û Fransayê ku li Parîsê hatibû dayîn dizanin. Kurd li ser maseya hêzên navneteweyî carekî din dibin qurban.”
‘VÊ CARÊ DÊ TENÊ KURD NEBIN QURBANÎ’
Aktaş anî ziman ku bi hevalbendiya hêzên navneteweyî ji bo serdestiyekî nû ya fermî hewl didin û wiha pê de çû: “Ev serdestiya nû bi koordinasyona Tirkiye, Amerîka û Îsraîlê ve hatiye avakirin. Pergalekî bi ser serkirdeyê rêxistina cîhadîst a terorîst ava dikin û hewl didin HSD a ku ji 2015’an heta niha bi wan re têdikoşe tune bike. Hewl didin carekî din Kurdan bikin qurbanî lê vê carê dê tenê Kurd nebin qurbanî. Li Parîsê rojeva esasî îstîqrar bû, îstîqrar Tirkiye, Îsraîl û aboriya hêzên xurt. EM wek EFFP li her derê hwel didin ku li dijî vê yekê têbikoşin. Ew dewlet, li her dera cîhaneê i sermaye, mîlîtarîzm, tundî û polîtîkayên şer ve hewl didin cîhanê veguherînin qada şer. Em wekî EFFP li gel gelan, kedkaran û bi jinan re ne. Ji ber vê yekê em hewl didin ku li dijî êrişên li ser Rojava berpirsiyariya xwe bi cî bînin.”
‘METIN Û KAMPANYAYÊN ÎMZEYÊ’
Aktaş destnîşan kir ku Amerîka û Ewropa polîtîkayên durû bi rêve dibin û ji bo Rojava gelek metin weşandine û di bi van metnan ve qetlîamên HTŞ’ê teşhir kirine û îmze kom kirine. Aktaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me sazî û pêkhate vexwend ku li Rojava li dijî tundiya li dijî mirovî helwest nîşan bidin û me bang kir ku li her derê dengê Rojava xurt bikin û li kolanan bi Kurdan re bibin yek.”
EFFP DÊ DI 7’Ê SIBATÊ DE KONFERANSEK LI DAR BIXE
Aktaş, rave kir ku hemû pêkhateyên EFFP’ê ji êrişên li ser Rojava haydar in û dê bertekên xwe bidomînin û wiha axaftina dewam kir: “Li Dîasporayê, me torek bi ekolojist, femîst û komên akademîk re ava kir. Em bi awayekî rêxistinkirî tev digerin. Em bi aktor, sazî, komeleyên Kurdan re di nava piştevaniyê de ne. Ev demek e em ji bo konferansekî dixebitin. Di 7’ê Sibatê de dê li bajarê Koln a Almanyayê konsferansekî li dar bixin. Mijara konferansê rêyên çareseriya li Tirkiyeyê bû. Em ê li ser derfet û xetereyên aştiyê biaxiviyana. Lêbelê piştî geşedanên dawî me bala xwe da Rojava. Herwiha Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim jî dê tev li bibe. Ji bo parastin û nirxandina rewşa Rojava em mirovan vedixwînin konferansê.”
‘AN HOVITÎ AN ROJAVA’
Aktaş wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Îro, tundî, nîjadeperestiya ku dewletan afirandiye bi qetlîam û qirkirinan ve bi dawî dibe. Li ser erdnîgariya me êş hene. Em wek şex û sazî carekî din bang dikin; xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye. Ji bo vê em dibêjin an hovitî an Rojava. Em ê her bi Rojava re bin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû