Li Arjantîna piştgiriya ji bo Rojava: Me bersiv da bangawaziyê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlên Eniya Çep ya li Arjantînê êrişên ser Rojava şermezar kirin û pêşnûmeya êrişan şermezar dike pêşkêşî Meclisa Eyaleta Buenos Airesê kir. 

 
Li Arjantînê parlamenterên Yekitiya Eniya Çepgir (Frente de Izquierda Unidad), pêşnûmeyeke ku êrişên komên paramîlîter ên girêdayî rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar dike, pêşkêşî Meclisa Eyaleta Buenos Airesê kirin.
 
Di pêşnûmeya ku ji aliyê Monica Schlotthauer a ji Izquierda Socialista û Parlamenterê PTS'ê Christian Castillo ve hat pêşkêşkirin, hat destnîşankirin ku êrişên li ser Rojava, Heleb, Reqa û herêmên din ên Sûriyeyê sûcên eşkere ne. Di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku gelê Kurd careke din bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ye û hat destnîşankirin ku êriş bi piştgiriya Tirkiyeyê û bi hevkariya hêzên emperyalîst têne kirin.
 
Parlamenterê PTS’ê Christian Castillo peyamek bi dîmen weşand û banga hevgirtinê bi gelê Kurd re kir û diyar kir ku ew bi vê çalakiya xwe bersiva banga "Bêdengiyê Bişkînin" a ji Rojava hat kirin, didin.
 
Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku operasyonên leşkerî yên li Helebê tavilê werin rawestandin, mafên demokratîk ên hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bê şert û merc werin naskirin û mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd were qebûlkirin. Di heman demê de bang li derdorên siyasî û dîplomatîk ên li Emerîkaya Latîn hat kirin ku li dijî êrişên li ser Rojava zexta navneteweyî ava bikin.